Dolar : Alış : 3.8176 / Satış : 3.8244
Euro : Alış : 4.0684 / Satış : 4.0758
mediclub
HAVA DURUMU
hava durumu

Diyarbakir9°CAz Bulutlu

- Hoşgeldiniz - Sitemizde 19 Kategoride 11871 İçerik Bulunuyor.

Barzanî: Em serxwebûnê hildibijêrin

20 Temmuz 2015 - 241 kez okunmuş
Ana Sayfa » Tüm Haberler»Barzanî: Em serxwebûnê hildibijêrin

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî got: Gelek seyre ku di demek de derfeta zêrîn ji bo Kurd rexsaye ku bigihe lutkeya serkeftinê, hinek kes hebin behsa du îdareyî bikin. Dilniya me ku dê xelkê Kurdistanê bersiva wan dide.”

 

BasNews Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî got: Gelek seyre ku di demek de derfeta zêrîn ji bo Kurd rexsaye ku bigihe lutkeya serkeftinê, hinek kes hebin behsa du îdareyî bikin. Dilniya me ku dê xelkê Kurdistanê bersiva wan dide.” Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro (18.07.2015) di duyem roja cejna remezanê de, bi mebesta pîrozkirina cejnê û agahdarbûna ji rewşa bereyên şer, serdana sengerên Pêşmerge yên li mîhwerê Rojhilatê Dîcle, Rojavayê Dîcle, Başîk, Xazir û Bendava Musilê kir. Li gor ragehandina malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Barzanî li van mîhweran ji aliyê berpirsên mîhweran û fermandeyên meydanî yên Pêşmerge ve hate pêşwazî kirin. Barzanî serdana sengerên Pêşmergeyan jî kir û pîrozbahiya cejnê li wan kir.

Mesûd Barzanî her wiha daxwaz ji hêzên Pêşmerge kir bi hûrgiliyê ve erkên xwe yê parastina Kurdistanê bi cîh bikin û nabê gengeşeya hizb û partiyan bandora xwe li ser Pêşmerge hebê, ji ber ku hebûna gengeşeya siyasî li nav aliyan de asayî ye û ev gengeşe her çawa be, axaftina dawî ya gel e. Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî her wiha ragihand ku ewên behsa dû îdareyiyê dikin diyare ders û pend ji dîrokê wernagirin, ew hemû xebat û qurbaniyên gelê Kurd ji bo wê nebûye ku Kurdistan bê dabeş kirin. Barzanî got: ”Nabe bi xeyal jî hizra wê yekê bikin û kes nikarê Herêma Kurdistanê perçe bike û ewên ku bi yek îdareyî û yekgirtina Kurdistanê ne qayilin azadin li wê yekê ku cîheke din ji bo jiyana xwe hilbijêrin. Gelek seyre li demek da derfeta zêrîn ji bo Kurd rexsaye ku bigihe lutkeya serkeftinê, hinek kes hebin behsa du îdareyî bikin. Dilniya me xelkê Kurdistanê dê bersiva wan dide.”

Her wiha Barzanî tekez li wê yekê kir ku êş û qurbanîdana gelê Kurd bi dirêjahiya dîrokê ji bo wê yekê nebûye ku Kurd pêvek û bin dest bin û got: ”Dijminên gelê me destê xwe ji hîç tawanek neparastiye û her çî bi wan hatibe kirine, lê belê nekarîne îradeya gelê me bişkînin. Ji bo wê yekê nabê êdî gelê me li wê êşê de bijî û bi agirê xelkekî din bişewite. Divê baweriya me bi xwe hebê û gelê me ji wan êşan bê rizgar kirin, nabê xedir li qurbanîdana gelê me bikîn. Em li navbera serbixweyî û pêvekiyê dane û tu demekî pêvekiyê hilnabijêrin.”

Serokê Herêma Kurdistanê ragihand: ”Berî ku proseya azadkirina Musilê birêve biçê, pêwîste dilniyayî bidin pêkhatên cûda yên wê parêzgahê ku rola wan li birêvebirina parêzgeha xwe de hebê û carekî din rastê êş û nehametiyan nebin û neyên asîmîlekirin û çewsandin.” Barzanî serdana Pêşmergeyên li Bendava Musilê de jî ji bilî pîrozbahiya cejnê, destxweşî li Pêşmergeyan kir ku karîne bi başî parastina wê bendavê bikin. Barzanî û şîret û rênimayî jî da fermandeyan ku asankariyên pêwîst ji bo başkirina tîmên teknîkî bikin ku karên baştir û pêwîst li bendavê de encam bidin.

 barzani

111 Total Views 1 Views Today

Facebook Hesabınızla Yorum Yapabilirsiniz

YORUMLAR

İsminiz

 

E-Posta Adresiniz

Yorumunuz

İlgili Terimler :
TemaFabrika
maltepe escort
izmir escort- izmir escort