...
HAVA DURUMU
hava durumu

Diyarbakir

- Hoşgeldiniz - Sitemizde 19 Kategoride 12809 İçerik Bulunuyor.

SON DAKİKA

DÎSKÎ şebeka nû ya kanalîzasyonê datîne

15 Eylül 2015 - 387 kez okunmuş
Ana Sayfa » Tüm Haberler»DÎSKÎ şebeka nû ya kanalîzasyonê datîne

Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎya Şaredariya Bajarê Mezin, xeta kanalîzasyona nû li cadeyên Îstasyon û Akkuyonlu, taxên Karaçali û Talaytepe û navçeya Çunguşê datîne.

Ekîbên bi ser Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎyê, di çarçoveya “Xeta Girêdana Abonetiya Nava Bajarê Amedê û Karê Çêkirina Kanalîzasyona Qismî” de li Meydan û Cadeya Îstasyonê, Cadeya Akkuyonlu, li taxên Karaçali û Talaytepe dest bi danîna şebekeya nû ya kanalîzasyonê kiriye. Di çarçoveya heman xebatê de girêdanên abonetiya kanalîzasyona cihên niştecihê yên nû jî tîne cih. Berdêla vî karî 7 milyon û 261 hezar e.

Dİ CADEYA ÎSTASYON Û AKKOYUNLUYÊ DE ŞEBEKA NÛ

Di çarçoveya vê xebatê de karê herî mezin li Meydana Îstasyonê jî di nav de li ser Cadeya Îstatsyon û Cadeya Akkuyonluyê tê meşandin. Li seranserê cadeyê şebekeyeke nû ya kanalîzasyonê tê danîn, herdu xetên kanalîzasyona berê ku li rojhilatê cadeyê ne jî têne betalkirin.   Heta niha li ser van cadeyan lêkirina 130 metre kanalîzasyona bi boriyên 400 mm bi dawî hatiye. 345 metre jî hêj maye, li wê derê jî boriya 400 mm têne danîn. Piştî ev xebat bi dawî hat dê 475 metre şebekeya kanalîzasyonê bi dawî bibe.

XELK DÊ ZİVİSTANÊ REHET BİBE

Warnişînên li perê rojavayê cadeya Akkuyonlu û Îstasyonê dikevin dê ji vê xeta nû sûdê wergirin. Seranserê vê kuçeyê hem Xeta Şebekeya Ava Barînan hem jî xeta kanalîzasyonê hate danîn, bi vê re, zivistanê pûke û barînên dijwar de êdî li vê derê ti arîşe peyda nabin. Di çarçoveya heman karî de li taxên Karaçali û Talaytepê jî şebekeya nû ya kanalîzasyonê tê danîn. Di xebata Karaçaliyê ku boriya korege û beton a 300 mm hatiye danîn de, heta niha 1300 metre şebeke hate danîn. Xebat, bi danîna 700 metreyên dîtir û bestina têkiliya coyan bi dawî tê.

DÎSKÎ PİRSGİRÊKA KANALÎZASYONA ÇUNGUŞÊ HEL DİKE

Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎyê, piştî ku bi Qanûna Şaredariyên Mezin ve xizmeta navçeyan ket ber Şaredariya Mezin ji bo çareserkirina pirsgirêka ava vexwarinê û kanalîzasyona navçeya Çunguşê zend û bendên xwe badan. DÎSKÎ, li vê navçeyê şebekeya kanalîzasyonê a bi 10 hezar metre dirêj datîne. Di çarçoveya “Karê Çêkirina Kanalîzasyona Çunguşê” de heta niha xebat li taxa Karşikaya gur bûne û rojên pêş me jî dê li taxên dîtir xebat bête kirin. Di çarçoveya xebatê de ji bo şebekeyê boriyên 150 heta 300 mm hatine bikaranîn. Tê çaverêkirin ku ev xebat dê heta dawiya salê biqedin.

1 (1)

180 Total Views 1 Views Today

Facebook Hesabınızla Yorum Yapabilirsiniz

YORUMLAR

İsminiz

 

E-Posta Adresiniz

Yorumunuz

İlgili Terimler :
TemaFabrika