Dolar : Alış : 3.5109 / Satış : 3.5172
Euro : Alış : 4.1242 / Satış : 4.1316
HAVA DURUMU
hava durumu

Diyarbakir36°CSıcak

- Hoşgeldiniz - Sitemizde 19 Kategoride 13078 İçerik Bulunuyor.

SON DAKİKA

Ezdî, hebûn û tunebûn; Ji hemû bihûştan sirgûnbûn bê welatî

14 Temmuz 2015 - 416 kez okunmuş
Ana Sayfa » Tüm Haberler»Ezdî, hebûn û tunebûn; Ji hemû bihûştan sirgûnbûn bê welatî

Nêzîkî 3.500 êzdiyên ku li kampên Amed, Batman û Mêrdînê dijîn, di 27’ê Hezîranê de li qada newrozê ya Amedê bi awayekî rêxistinî siwarî otobosan bûn û bi rê ketin da ku derbasî Ewropayê bibin.

Êzdiyên ku li derdora Şengalê rastî êrîşên DAIŞ’ê hatibûn neçar mabûn ku warên xwe biterikînin û bi lez xwe bigîhînin cihên ewle. Herwiha ji êzdiyên ku karibûn ji destê DAIŞ’ê xilasbin bêhtirî wan li Başûr li qampên cûda hatibûn bicîhkirin û qismekî mezin jî derbasî Bakûr bibûn. Êzdiyên ku li bajarên Bakûr li qampan hatin bicîhkirin demeke dirêj e ku di nava mercên ne baş de dijîn, zivistanê serma, havînê jî germ jiyana wan dixe rewşeke zor giran û herwiha tirsa DAIŞ’ê niha jî gihîştiye qampan. Herwiha ew xal jî bûn sedem ku êzdî bi lez berê xwe bidin Ewropa da ku hem ji van mercên giran û hem jî ji tirsa DAIŞ’ê xilasbin. Lê heviya wan li ber deriyê Kapıkule’yê bi dawî bû.

Nêzîkî 3.500 êzdiyên ku li kampên Amed, Batman û Mêrdînê dijîn, di 27’ê Hezîranê de li qada newrozê ya Amedê bi awayekî rêxistinî siwarî otobosan bûn û bi rê ketin da ku derbasî Ewropayê bibin. Di 28’ê Hezîranê de qefleya ewil li Sêwregê hatin sekinandin. Qefleyên din jî li pey hev ber bi Bûlgarîstanê ve diçûn û beşek ji wan li Meletî, Edene, Enqere û Bolûyê hatin vegerandin. 2 hezarên ji wan xwe gihandin Stenbolê û 350 êzdî li 5 km dûrî deriyê sînor ê Kapikule’yê ji hêla Walîtiya Edirneyê ve hatin sekinandin. Êzdiyan li wir ji ber zilm û zora cendermeyan dest bi çalakiya rûniştinê kir. Cendermeyan ew bi darê zorê şandin Stenbolê. Dawiyê, bi hewldana berpirsiyarên dewlet û HDP’yê vegeriyan qampan.

JİYANA Lİ NAVA KONAN HETA KÎNGÊ

 Par, di meha tebaxê de ji 20.000’î zêdetir êzdî ji Şengalê ji ber êrîşên DAIŞ’êreviyabûn û koçî dewerên cuda yên Kurdistanê kiribûn. 350 hezar penaberên êzdî li kampa Zaxo û Dihoka Kurdistana Başûr dimînin. Li Kurdistana Bakur jî li kampên Amed (5.652), Batman (2.525), Mêrdîn (646), Şernex (5.907), Sêrt (1.195), Riha-Wêranşar (1.242)  û Midyadê (2.840) bi tevahî 20.007 êzdî di nav şert û mercên pir giran de dijîn. Ji ber hin sedeman 3.500 êzidî ji Batman, Şernex, Amed û Mêrdînê sibeha 27’ê Hezîranê ji qada newrozê a Amedê ketin rê û 2000’ên ji wan gihîştin Stenbolê. Qefleyeke ku ji 250 kesan pêk dihat jî 5 km ji dûrî deriyê sînor ê Kapikule’yê ji hêla Walîtiya Edîrneyê ve hatin sekinandin û cendirmeyan bi zorê ew şandin Stenbolê. Êzdiyên ku li otogara Esenlerê disekinîn di 29’ê Hezîranê de ketin rê û rêvebirên fermî ew şandin kampa AFAD’ê ya li Nisêbînê. Bi hewldana Koordînasyona Şengalê ya Amedê 791 êzdiyên ku li kampa Amedê diman vegeriyan kampa xwe ya li Amedê. Lê êzdiyên ku ji ber zilma DAIŞ’ê reviyane û êdî baweriyên xwe bi cîranên xwe yên ereb jî nayînin çawa wêriyan beyî nasîna rê û bê pere û bi organîzasyoneke girseyî ketin rê? Dayîkeke bi navê Zerîf Xelef ku li kampa Amedê dijî derbarê sefera xwe de got ku me got belkî bo çûyîna Ewropa’yê derfetek çêbibe lê hikûmetê nehişt, em hê negihiştibûn Stenbolê hikûmetê dora me girt û nehiştin em biçin. Zerîf Xelef li ser sedemên daxwaza çûyîna Ewropa’yê wisa axivî: “Em newêrin biçin nav DAIŞ’ê, em newêrin vegerin Şengalê, li vê derê jî havînê germ e, zivistanê jî sar e û zehmetî gelek in, li vir me xweyî dikin, lê heta kîngê.” Her wiha Zerîf Xelet got ku ew baş dizanin ku heke ew Şengalê vala bikin dê ji destê wan derkeve lê ew newêrin biçin Şengalê. Heke DAIŞ ji Şengalê bê derxistin jî hemû gundên li derûdora wan ku ereb lê dijîn giş dijminên wan in û ew jî piştgiriya DAIŞ’ê dikin.

“BÊYÎ EWROPA XETERE Lİ HER DERÊ YE”

Berpirsiyarekî êzdî Îlyas Simoqî jî diyar kir ku ji bilî Ewropa’yê li hemû deverên cîhanê jiyan bo êzdiyan wê zehmet bibe û wisa domand: “Ji xeynî PKK’ê kes alîkariya me nake bes ew jî karê wan zehmet e, em ditirsin heke Tirkiye jî xerab bibe wê rewşa me bêhtir xerab bibe.” Îlyas Simoqî da zanîn ku ji Amedê 5 otobos gihîştine sînorê Bûlgaristanê bes gava ew gihîştine Stenbolê ji wan li Amedê nêzîkî 43 otobosan êzdî li wir civiyane. Simoqî ragihand ku hin êzdiyên ku li Ewropa’yê, li Bûlgarîstanê dijîn ji wan re gotine heke hûn biçine sînorê Bulgarîstanê emê ji we re bibin alîkar û heke hûn zehf bibin ewê we derbasî Bûlgaristanê bikin ji ber vê yekê ketine rê. Îlyas Simoqî got ku êdî baweriya wan bi kesî nayeê û li Rojhilata Navîn cihên ku misilman tê de bibin ew ditirsin ku herin lê bisekinin. Îlyas Simoqî qala sefera êzdiyan ya ber bi Bûlgarîstanê ve jî kir û got ku, çawa ji otobosê peya bûne cendermeyan qirika wan girtiye û li wan dane.

DORA ŞENGALÊ TEV DE EREBÊN DAIŞ’Î NE

Herwiha Îlyas Simoqî di derbarê vegera li Şengalê de jî diyarkir ku dora Şengalê giş erebên DAIŞ’î ne û kes wan naparêze û wiha domkir, “Xwezî Şengal li kêleka Amedê bûya ne li wir bûya. Heke em vegerin Şengalê piştî 10-20 salên din dê cardin ev bûyer biqewimin, ev 74 car e ku li Şengalê wisa dikin. Pirsgirêk ev e, kes mala xwe xaka xwe ji bîr nake bes li wir tiştek nema, li cihên me elektrîk tune, av tune, kes me xweyî nake, her kurd jî ne wek hev in. Sînorên Şengalê jî parastî nîne. Erd û xaniyên me tapokirî nîn in. Rewşa me li Şengalê jî ne baş bû.”

TİRSA DEWLETÊ…

Berpirsiyarekî kampa Amedê jî têkildarî mijarê diyar kir ku ji dîrokê heya niha êzidî gelek caran rastî êrîşan mane û baweriya wan bi kesî nemaye û li qampan bi rêya tora civakî û televîzyonê rojevê dişopînin û dibînin ku navê DAIŞ’ê êdî li Tirkiye’yê jî derbas dibe û dibînin ku hikûmeta Tirkiye’yê alîkarî dide DAIŞ’iyan û ev yek jî wan ditirsîne. Her wiha berpirsiyarê nexwest navê xwe eşkere bike got ku êzdî ji şerî ditirsin û dîtine ku li Amedê jî teqîn çêbûye û ev yek ramandina çûyîna Ewropa’yê hê zelaltir û xurttir kiriye, bi kurtasî êzdî êdî di Rojhilata Navîn de xwe di nav ewlehiyê de nabînin, Rojhilata Navîn li ber çavê wan bûye gola xwînê. Her wiha berpirsiyar da zanîn ku aniha hewldanek heye bo ku li nêzikî Bismilê gundekî ku 10 hezar kes lê bisekine bê avakirin û ev proje didome.

Di vê navberê de Parlamenterê êzdî yê Batmanê yê HDP’yî Ali Atalan jî di derbarê rewşa êzdiyan û daxwaza çûyîna wan a Bûlgarîstanê de pêşniyarpirsek da Serokwezîr Ahmet Davutoğlu. Ali Atalan bal kişand ku beşeke biçûk a êzdiyan li qampên AFAD’ê dimînin û dewletê hîn jî statuya penaberiya demkî nedaye wan, ji ber vê jî êzdî ji hin mafên penaberiyê bêpar in. Her wiha Atalan di pêşnizpirsa xwe de daxwaza daneyên di derheqê gelheyê êzdî de jî kir û daxwaza eşkerekirina xebatê ku tên kirin kir. Di pêşniyazpirsa Atalan de pirsên ku hatibûn rêzkirin bi vî awayî bûn: Derfeta wan a aborî tune bû gelo êzidiyan bi çi awayî wesaît organîze kirin û walîtiya Amedê çima destûra birêketinê daye û çima walîtiyên Amed, Batman, Şirnex û Sêrtê negotin çûyîna wan ne pêkan e? Gelo planeke hikûmetê ji bo valakirina qampan heye? Gelo tedbîreke li dijî şebekeyên bazirganiya mirovan heye an na? Di nava van pirsan de şika herî xetere ev e ku tiliya bazirganiyên mirovî di belavkirina gotegotan de hebin û bi vî awayî hêviyên êzdiyan hatibin firotin. Lewre ji nişke ve ev gotegot di nav êzdiyan de belav bûbû û birêketin bilezûbez qewimî. Angaşt ev e ku tiliya bazirganên mirovî tê de hebe ku Alî Atalanî jî ev angaşt bilêv kir. Her wiha Komîsyona Penaberan a ÎHD’yê jî daxuyanî da û got ku Tirkiye’yê tenê 250 hezar êzdî xweyî dike û ew ji mafên ku penaberên Sûrî sûde werdigirin bêpar in, Tirkiye statuya penaberiyê nade êzdiyan. Her wiha ÎHD bale kişand ku heke ji hêla dewletê ve tedbîrên mayînde yên qanûnî neyên girtin êzdî bi xetereya bazirganên mirovî re rûbirû dimînin. (BasNews)

ezidi

226 Total Views 1 Views Today

Facebook Hesabınızla Yorum Yapabilirsiniz

YORUMLAR

İsminiz

 

E-Posta Adresiniz

Yorumunuz

İlgili Terimler :
TemaFabrika