Dolar : Alış : 3.7994 / Satış : 3.8062
Euro : Alış : 4.0419 / Satış : 4.0491
mediclub
HAVA DURUMU
hava durumu

Diyarbakir9°CAz Bulutlu

- Hoşgeldiniz - Sitemizde 19 Kategoride 11817 İçerik Bulunuyor.

HDP: AKP ji bo hevkariya DAIŞ’ê veşêre van operasyonan dike

24 Temmuz 2015 - 437 kez okunmuş
Ana Sayfa » Tüm Haberler»HDP: AKP ji bo hevkariya DAIŞ’ê veşêre van operasyonan dike

Hevserokên Koma HDP’ê ya Parlamena Tirkiyê Pervîn Buldan û Îdrîs Baluken diyarkirin ku AKP ji bo hevkariya xwe ya ligel DAIŞ’ê veşêre, di qada netewî û navnetewî de nebêjin hevkarê DAIŞ’ê ye, operasyonan li dijî DAIŞ’ê dike.

Hevserokên Koma HDP’ê ya Parlamena Tirkiyê Pervîn Buldan û Îdrîs Baluken derbarê operasyonên dawî yên hêzên ewlekariya Tirkiyê daxuyanike nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku AKP bi polîtîkayên xwe yên xelet, gav bi gav dewleta Tirkiyê dikêşe nava şerekê herêmî û rayagiştî jî van polîtîkayên AKP’ê bi şik û nîgeranî seyr dike.

Hevserokên Koma HDP’ê diyar kirin ku AKP şûna ku li xeletiyên xwe vegere berovajî zêdetir pêdagir dibe û gotin: ”Tirkiye ku ji bo li Rojava destkeftiyên Kurd, Ereb, Tirmen, Elewî têk bibe alîkarî dide DAIŞ’ê û bi TIR’ên MİT’ê çakan bo wan dişîne, di vê armanca xwe de serkeftî nebû. Lewma niha jî dixwaze planek nû çêbike ku kantonên Rojava negehin hev. Dewsa ku dostaniyê bi Kurdan re bike, hewldide destkeftiyên demokratîk asteng bike. Ji aliyek din ve jî AKP dixwaze bi şer û ewlekariyê siyaseta navxweyî dîzayn bike.”

Di daxuyaniyê de hate gotin ku AKP xeyala wê yekê dike ku, dixwaze bi hilbijartinên pêşwext cardin desthiladariya yek partî ava bike.

Hevserokan diyarkirin ku AKP ji bo hevkariya xwe ya ligel DAIŞ’ê veşêre, di qada netewî û navnetewî de nebêjin hevkarê DAIŞ’ê ye, operasyonan li dijî DAIŞ’ê dike.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku rêya tenê ya ji xilasbûna vê rewşê ewe ku gavên bo destûrek demokratîk bilez bêne avêtin û pêvajoya aştiyê bigehije encamekî. Hevserokan xwestin ku hikûmet ligel gelên Rojava jî pêwendiyên dostane saz bike. (BasNews)

HDP

124 Total Views 2 Views Today

Facebook Hesabınızla Yorum Yapabilirsiniz

YORUMLAR

İsminiz

 

E-Posta Adresiniz

Yorumunuz

İlgili Terimler :
TemaFabrika
maltepe escort
izmir escort- izmir escort