Dolar : Alış : 3.8176 / Satış : 3.8244
Euro : Alış : 4.0684 / Satış : 4.0758
mediclub
HAVA DURUMU
hava durumu

Diyarbakir11°CÇok Bulutlu

- Hoşgeldiniz - Sitemizde 19 Kategoride 11871 İçerik Bulunuyor.

Hevdîtina hevşaredaran a ‘xweseriyê’ bi dawî bû

19 Eylül 2015 - 369 kez okunmuş
Ana Sayfa » Tüm Haberler»Hevdîtina hevşaredaran a ‘xweseriyê’ bi dawî bû

Hevdîtina “Rêveberiyên Xwecihî Rêveberiya Cewherî Nîqaş Dikin” a ku ligel hevşaredarên me Gultan Kişanak û Firat Anli hevşaredarên DBPê tê de beşdar bûn, bi daxwaza ku îhtîraza ji bo Şerta Xweseriya Rêveberiyên Xwecihî ay yekitiya Ewropayê bête rakirinû meşekê bi encam bû.

Hevdîtina “Rêveberiyên Xwecihî Rêveberiya Cewherî Nîqaş Dikin” ku Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li dar dixe, îro bi meş û daxuyaniyeke çapemeniyê bi dawî bû. Daxuyanî li Sumerparkê hate dayîn, Hevşaredarên Bajarê Mezin Gultan Kişanak û Firat Anli, hevşaredarên DBPê, endamên meclisê û Hevseroka DBPê Emîne Ayna beşdar bû.

‘DAXWAZA XWESERİYÊ DERVEYÎ QANÛNÊ NÎN E’

Li ser navê şaredarên DBPê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk axivî, bal kişand ku kurd bi sedan salan li ser erdê xwe bi awayekî xweser jiyane û got, ev daxwaza dîrokî û rewa derveyî qanûnî nîn e. Turk, da zanîn ku ji Makeqanûna 1921an û heta îro di gelek deqan de xweserî heye û got, Şertê Xweseriya Rêveberiyên Xwecihî ya Yekitiya Ewropayê ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve jî hatiye mîsogerkirin.

‘BİLA ÎHTÎRAZA SER ŞERTÊ XWESERİYA YEYÊ BÊ HİLANÎN’

Turk, xwest ku makeqanûneke nû bête çêkirin ku hemû reng û baweriyên Tirkiyeyê xwe tê de bibînin û îhtiraza li ser Şertê Xweseriya Rêveberiyên Xwecihî ya Yekitiya Ewropayê bête rakirin û got, “Rêveberiya cewherî hem ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd hem jî bo avakirina aştiyê gelekî diyarker e û em rêveberiya cewherî wek daxwazeke rewa û demokratîk û mafekî xwezayî dibînin.”

KİŞANAK: MECLİSÊN TAXAN BİNGEHÊ DEMOKRASİYÊ NE

Piştî daxuyaniyê Hevşaredar Kişanak û Anli û hevşaredarên dîtir ligel pankarta, “Em Bajarê Xwe, Taxa Xwe, Gundê Xwe, Kuçeya Xwe Bi Hev Re Birêve Bibin” ji Sumerparkê heta Komeleya Welatiyên Azad a li Taxa Lalebeya navçeya Sûrê meşiyan. Hevserokê DBPa Amedê Alî Şîmşek li vê derê axaftinek kir, piştre Hevşaredar Gultan Kişanak jî axivî û got, meclisên taxê bingeha demokrasiyê ne. Kişanak weha domand: “Heke em behsa rêveberiya xwecihî û ji cih de birêvebirinê bikin, gelek giring e ku gelê tax û kuçeyê xwe bi rêk bixe, daxwaz û pêdiviyên xwe destnîşan bike û beşdarî mekanîzmayên biryardanê yên rêveberiyên xwecihî bibe. Her weha ev pêdiviyeka siyaseta demokratîk e jî û demokrasî weha tê avakirin. Ger me bi gel re daxwazên gel li ber çavan bigirin em ê bikaribin xebatê bimeşînin. Em rast nabînin ku Komeleya Welatiyên Azad a Lalebeyê bête krîmînalîzekirin, li nav tundûtûjî û xendekan navê wê bête hildan. Meclisên taxan û komele bingehê demokrasiyê yê sereta ne.” Kişanak daxwaz kir ku Tirkiye bi zihniyeta desthilateke demokratîk bête birêvebirin û got, em dixwazin rêveberiyên xweser ên demokratîk û tevilkar bi gel re bînin cih. Kişanak, ji ber pêşhatan û tengezariyên çendek berê daxwaza silametiyê li hemû niştecihên vê taxê kir.

ANLİ, AYNA, BAKİRHAN Û TURK, SERDANA ŞAREDARİYÊ SÛRÊ KİR

Piştî daxuyaniya li ber komeleyê, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli, Hevşaredarê Sêrtê Tuncer Bakirhan, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Hevseroka Giştî ya DBPê Emîne Ayna, çûn serdana Şaredariya Sûrê ku hevşaredarên wê hatine zindanîkirin.

????????????????????????????????????

118 Total Views 2 Views Today

Facebook Hesabınızla Yorum Yapabilirsiniz

YORUMLAR

İsminiz

 

E-Posta Adresiniz

Yorumunuz

İlgili Terimler :
TemaFabrika
maltepe escort
izmir escort- izmir escort