Dolar : Alış : 3.5926 / Satış : 3.5990
Euro : Alış : 3.8997 / Satış : 3.9067
mediclub
HAVA DURUMU
hava durumu

Diyarbakir19°CAz Bulutlu

- Hoşgeldiniz - Sitemizde 19 Kategoride 12500 İçerik Bulunuyor.

SON DAKİKA

Kerkûkî: Welatên hevpeyman zanyariyan ji Pêşmerge werdigrin

23 Temmuz 2015 - 1.198 kez okunmuş
Ana Sayfa » Tüm Haberler»Kerkûkî: Welatên hevpeyman zanyariyan ji Pêşmerge werdigrin

Berpirsê Mihwerê Rojavayê Kurkûkê yê Hêzên Pêşmerge Kemal Kekûkî ragehand ku firokeyên hevpeymanan ji bo lêdana çeper û pêgehên rêxistina DAIŞ’ê zanyariyan ji Hêzên P3eşmerge werdigrin.

Berpirsê Mihwerê Rojavayê Kurkûkê yê Hêzên Pêşmerge Kemal Kekûkî ragehand ku firokeyên hevpeymanan ji bo lêdana çeper û pêgehên rêxistina DAIŞ’ê zanyariyan ji Hêzên P3eşmerge werdigrin. Berpirsê Mihwerê Rojavayê Kerkûkê yê Hêzên Pêşmerge Kerkûkî ji anajsa Anadol re ragehand ku di tevahî mîhweran de Pêşmege perwerde û rahênanê dikin û perwerde jî pir baş derbas û sûdmend dibe. Kemal Kerkûkî derbarê şarezayîya Pêşmergeyan ya li rû bi rû bûna çekdarên DAIŞ’ê de jî peyivî û got ku êdî Hêzên Pêşmerge ji her aliyan baştir şarezaye, DAIŞ’ê baş nas dike, hemdn demî de hêzên hevpeymanan jî zanyariyan ji Pêşmerge werdigrin. Hêjayê gotinê ye ku mîhwerê Rojavayê Kerkûkê dabeşe ser 12 hêzên sînorî ku Fermandeya Kerkûkê ya Hêzên Pêşmerge, Pêşmergeyên Partiya Azad a Kurdistanê, Liwaya 2 ya Hêzên Piyade yên Pêşmerge û çend hêzek din li vê mîhwerê ne. Ev mîhwer weke metirsîdartirîn bereya şer tê naskirin, çekdarên DAIŞ’ê jî gelek caran ji vê mîhwerê ve êrîşê Kerkûkê dikin. (BasNews)

Kerkûkî

109 Total Views 2 Views Today

Facebook Hesabınızla Yorum Yapabilirsiniz

YORUMLAR

İsminiz

 

E-Posta Adresiniz

Yorumunuz

İlgili Terimler :
TemaFabrika