Dolar : Alış : 3.8176 / Satış : 3.8244
Euro : Alış : 4.0684 / Satış : 4.0758
mediclub
HAVA DURUMU
hava durumu

Diyarbakir9°CAz Bulutlu

- Hoşgeldiniz - Sitemizde 19 Kategoride 11871 İçerik Bulunuyor.

Kişanak: Bila Zindana Amedê dewrî şaredariyê bikin

15 Temmuz 2015 - 190 kez okunmuş
Ana Sayfa » Tüm Haberler»Kişanak: Bila Zindana Amedê dewrî şaredariyê bikin

Navenda Koordînasyona Zindana Hejmar 5 a Amedê bi boneya bîranîna 14ê Tirmehê Rojiya Mirinê ya Mezin pêşangehek li dar xist Hevşaredar Gultan Kişanak beşdarî pêşangehê bû, şehîdên 14ê tîrmehê bi bîr anîn, bangî Wezareta Edaletê kir û jê xwest ku Zindana Amedê dewrî şaredariyê bikin.

Kesên ku 14ê tîrmeha 1982yan li dijî pêkanînên nemirovîn ên li Zindana Amedê di çalakiya rojiya mirinê de giyanê xwe ji dest dane, bi pêşangeh û civîneke çapemeniyê hatin bibîranîn. Navenda Koordînasyona Zindana Hejmar 5 a Amedê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi boneya 14ê tîrmehê li Sumerparkê pêşangehek vekir. Di pêşangehê de rojnameyên wê demê, foto û belgeyên der barê Kemal Pir, M. Hayri Durmuş, Ali Çiçek û Akif Yılmaz ê ku di rojiya mirinê de giyanê xwe ji dest daye ligel biyografî û hin beşên axaftinên wan cih digirin. Hevşaredara Bajarê Mezin Gultan Kişanak, Hevserokê DBPa Amedê Alî Şîmşek, Hevserokê HDPa Amedê Omer Onen, hevşaredarên navçeyan, Hewldana 78an, endamên MEYA-DER û xizmên cangoriyan di vê pêşangehê de beşdar bûn.

Serokê Hewldana 78an Ganî Alkan di vekirina pêşangehê de axivî, diyar kir ku dîrok dê li ser rûpelan were nivîsandin û got, “Yek dê rûpela spî ya dî rûpela reş be. Berxwedêr li rûpela spî têne nivîsandin.” Alkan bal kişand ku heke ew îro li ser xwe bin ev bi saya berxwedana 14ê Tîrmehê ye û got, ew piştgiriya xebata şaredariyê ku dixwaze girtîgeha Amedê bibe muze dike.

KİŞANAK: WÊ ROJÊ ÇARENÛSA ME GUHERÎ

Hevşaredara Bajarê Mezin Gultan Kişanak, bi silavkirina kesên ji bo rûmeta mirovahiyê li Zindana Amedê di ber xwe daye dest bi axaftina xwe kir. Kişanak, da zanîn, ew roj, destpêka berxwdedana lehengan e ku li ber îşkenceya wehşî rabûn û weha axivî: “Bi saya berxwedêr û Kemal Pîr û hevalên wî, îşkencekarên Zindana Amedê hatin têkbirin.” Kişanak, bi bîr xist ku li Zindana Amedê dixwestin zilm û împaratoriya tirsê serwer bikin û bi ser wê jî hemû gel teslîm bigirin lê xwediyê zilmê têk çûn û got, “14ê Tîrmehê roja guherîna çarenûsa me ye. Li dijî wehşeta ku dixwestin wek qeder l ime bisepînin pêngava herî mezin vê rojê hat avêtin. Heke îro em li vî welatî bikaribin îradeya çareseriyê derxin meydanê, heke em bikaribin behsa demokrasî û aştiyê bikin, gava vê ya ewil 14ê Tîrmehê hate avêtin. Heke wê rojê, li wê derê mrovahî têk biçûya îro ne mimkûn bû em li vê derê bi tu tiştekî biaxivin.”

CİHEKÎ PİR TAYBET Ê ZİNDANA AMEDÊ BO MİROVAHİYÊ HEYE

Kişanak aşkere kir ku kampanyaya “Bila Zindana Amedê Bibe Muze” ku hewldana 78an daye destpêkirin û bi xebatên komîsyona heqîqetê ve ketiye rojevê, Şaredarî bi kampanyayan didomîne, ji bo Zindana Amedê bibe muzeya mirovahiyê xebatên wan hene û got, xebat li vê derê têne meşandin. Kişanak bi bîr xist ku Zindana Amedê li seranserê cîhanê di nav 10 zindanên herî kambax de ye û weha axivî: “Li Zindana Amedê xwestin daxwazên mirovan bifetisînin û rûmeta mirovahiyê di bin lingan de hate perçiqandin. Lê heman demê li vê derê têkoşîn û berxwedaneke bêemsal ji bo nirxên mirovahiyê û azadiyê hate kirin. Ji ber vê yekê, cihekî taybet ê Zindana Amedê, ji bo hemû mirovahiyê, ji bo gelê kurd û tirk heye.” Kişanak got, ji ber van sedeman tevan divê Zindana Amedê bibe muze û got, rûbirûbûn ancax bi muzeyê dikare bête kirin.

EM Ê XEBATÊN XWE Bİ BİRYAR BİDOMÎNİN

Hevşaredar Kişanak, daxuyand ku bi Komisyona Heqîqet û Edaletê re ji bo rûbirûbûna bi qewmînên li Zindana Amedê re dest pê bûye, lê hêj nehatiye asta ku bêjin “carek din ebed” û weha axivî: “Aha ji ber vê divê Zindana Amedê bibe muze. Divê hemû koxuş, ode, korîdor û cihên îşkencedanê, deriyên xwe vekin. Bi vî awayî hemû mirovahî dê bi qewmînên wê re rû bi rû bibe. Ji bo zindan bibe muze em ê xebatên xwe yên koordînasyonê bi biryardarî bidomînin. Ev pêşangeha îro jî beşek ji xebata muzeyê ye.”

Kişanak da zanîn ku ji bo 14ê Tîrmehê neyê jibîrkirin wek berdewama rûbirûbûnê wan ew pêşangeh vekiriye û got, bi tevkariya her alî zindan dikare bo muzeyê bête veguherandin.

BANG Lİ WEZARETA EDALETÊ KİR: ZİNDANÊ DEWRÎ ŞAREDARİYÊ BİKİN

Kişanak bi bîr xist wek şaredarî serlêdana wan li Wezareta Edaletê heye û bang li rayedaran kir û jê xwest ku zindanê radestî şaredariyê bikin. Kişanak diyar kir, ger zindana Amedê dewrî Şaredariyê were kirin ew ê bi saziyên civaka sîvil û gel re vê derê veguherînin muzeyê û xwest ku bersiveke erênî bidine vê bangewaziya wan.

ŞÎMŞEK: BİLA HER KES Dİ XEBATÊN MUZEKİRİNÊ XWE BİDE BER BARÎ

Hevserokê DBPa Amedê Alî Şîmşek jî, diyar kir ku berxwedana îro li Şengal, Kobanê û Rojava pêk tê bi saya berxwedana 14ê Tîrmehê ye. Şîmşek bal kişand ku ji bo helbesta di Zindana Amedê de hatiye nivîsîn nîvçe nemîne divê zindan bibe muze û xwest ku ji bo xebatên muzekirinê her kes xwe bid eber barî. Piştî axaftinan Hevşaredar Gultan Kişanak û kesên pê re li pêşangehê geriyan. Serokê Hewldana 78an Ganî Alkan, der barê pêşangehê de agahî dan Kişanak û kesên pê re.  

QURNEFÎL AVÊTİN NAV ZİNDANA AMEDÊ

Piştî pêşangehê Kişanak û kesên pê re ji bo daxuyaniya çapemeniyê çûn ber derê Zindana Amedê. Di daxuyaniyê de pankart û foto hatin hilgirtin û ji bo cangoriyan rêz hate girtin. hmet Andiç li ser navê Hewldana 78an û MEYA-DERê daxuyanî xwend û bal kişand ku piştî derbeyê li Hejmara 5 şerê man û nemanê dest pê kiriye û got, “her ku tarîtî zal dibû tîrêja li kûrahiyan bi ser jiyanê diçirûsîn. Gava 12ê Îlonê û Zindana Hejmar 5 tê gotin ewilê Mazlum û çaryaran tên bîra mirov. Berxwedana Mazlûm û hevalên wî nasnaveke berxwedêriyê li gelê kurd xistiye, giyan û hişmendiyeke nû jê re pêk aniye.”   evserokê HDPa Amedê Omer Onen jî da zanîn ku berxwedana 14ê Tîrmehê vîn û berxwedana herî mezin derxistiye pêş. Piştî daxuyaniyê, komê qurnefîlên sor avêtin nava Zindana Amedê. Qurnefîla Kişanakê bi dergehê zindanê ve ma hilawîstî, vê dilê beşdaran tenik kir. Bîranîn bi danîna kulîlkan a li ser gora Alî Çîçek a li Goristana Yenîkoyê bi dawî bû.

kışanak

86 Total Views 1 Views Today

Facebook Hesabınızla Yorum Yapabilirsiniz

YORUMLAR

İsminiz

 

E-Posta Adresiniz

Yorumunuz

İlgili Terimler :
TemaFabrika
maltepe escort
izmir escort- izmir escort