Dolar : Alış : 3.8591 / Satış : 3.8660
Euro : Alış : 4.5511 / Satış : 4.5593
HAVA DURUMU
hava durumu

Diyarbakir11°CSisli

- Hoşgeldiniz - Sitemizde 20 Kategoride 13811 İçerik Bulunuyor.

SON DAKİKA

Konferansa li Rojhilata Navîn Zayendiya Civakî

10 Eylül 2015 - 566 kez okunmuş
Ana Sayfa » Tüm Haberler»Konferansa li Rojhilata Navîn Zayendiya Civakî

Serektiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin, Komeleya Akademiya Jinan û Kongreya Jinên Azad, “Konferansa Li Rojhilata Navîn Zayendiya Civakî, Femînizm û Veguherîna Polîtîk” li dar xist. Serektiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Komeleya Akademiya Jinan û Kongreya Jinên Azad (KJA) li Salona Resepsiyonê ya sumerparkê “Konferansa Li Rojhilata Navîn Zayendiya Civakî, Femînizm û Veguherîna Polîtîk” pêk anî. Ji Navenda xebatên Zayendî ya Zanîngeha Londinê (SOAS) profesora xebatên zayendî Nadje Al Alî di konferansê de gotarek pêşkêş kir. Berpirsa Karên Dîplomasîya KJAyê Ayşe Gokkanê moderatoriya konferansê kir. Hevşardara me Gultan Kişanak, xebatkarên Serkektiya Daîreya Polîtîkayên Jinan û gelek jin beşdarî konferansê bûn.

Lİ ROJHİLATA NAVÎN TEVGERA JİNÊN KURD BALÊ DİKÊŞE

Di konferansê de Nadje Al-Alî, pirsgirêkên jinan di şerên Rojhilata Navîn de, pirsgirêkên derûnî yên ji şer peyda bûne, di mercên şer de rêxistinên jinan ava kirine di gotara xwe de kirin behs û mijar. Al –Alî diyar kir ku li Rojhilata Navîn tevgera herî balê dikêşe tevgera jinên kurd e û got, tevgera jinên kurd li Rojhilata Navîn heta li cîhanê dibe ku bibe pêşeng.

AL-ALÎ: TEVGEREKE GERDÛNÎ YA JİNAN NE MİMKÛN E

Hevşaredara me Gultan Kişanak, di beşa pirs û bersivan de ji Nedja Al-Alî pirsa ka tevgereke gerdûnî ya jinan mimkûn e kir. Nedja Al Alî, da zanîn, li ser rûyê erdê gelek pirsgirêkên cur bi cur hene, ji ber wê ew tiştekî weha mimkûn nabîne, da zanîn ku pirsgirêka herî mezin nijadperestî ye û got, gelek femînîst tenê li ser asta neteweyî tevdigerin. Kişanak bi bîr xist ku li Rojhilata Navîn tevgerên îslamî gur bûne û got, “Gelo mirov dikare behsa femînîzmeke îslamî bike?” Nedja Alî bi bîr xist ku femînîzm li welatên wek Îran û Misirê heye û got, kesên femînîzma îslamî diparêzin, awayê şîrovekirina mêran a dîn û ayînê rexne dikin û rêxistinbûna xwe li ser vê binemayê ava dikin.

1

313 Total Views 1 Views Today

Facebook Hesabınızla Yorum Yapabilirsiniz

YORUMLAR

İsminiz

 

E-Posta Adresiniz

Yorumunuz

İlgili Terimler :

BENZER HABERLER

KÖŞE YAZARLARI

Tüm Yazarlar
TemaFabrika