Dolar : Alış : 3.8176 / Satış : 3.8244
Euro : Alış : 4.0684 / Satış : 4.0758
mediclub
HAVA DURUMU
hava durumu

Diyarbakir9°CAz Bulutlu

- Hoşgeldiniz - Sitemizde 19 Kategoride 11871 İçerik Bulunuyor.

Li gundan 673 km rê hat asfaltkirin, 327 km riya stabîlîze hat çêkirin

28 Eylül 2015 - 250 kez okunmuş
Ana Sayfa » Tüm Haberler»Li gundan 673 km rê hat asfaltkirin, 327 km riya stabîlîze hat çêkirin

Şaredariya Bajarê Mezin, bernameya asfalt, çêkirin û çaksaziya rê ya sala 2015an li navenda bajêr anî ber qedandinê, ji meha nîsanê bi vebûna sezonê vir ve li 13 navçeyên der û 4 navçeyên navendê bi giştî li 17 navçeyan 673 kîlometir rê asfalt kir, 327 kîlometir riya stabîlîze çêkir, li qadeke 44 hezar metrekareyî kevirê parke danî, 8 menfez çêkirin. Ev xebatên ku nêzî 65 milyon lîre girt dê dawiya meha kewçêrê bi dawî werin.

Serektiya Daîreya Çêkirina Rê û Koordînasyona Binesaziyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bernameya çêkirin û çaksaziya riyan û xebata asfaltkirinê ya sala 2015an li 13 navçeyan anî ber qedandinê. Serektiya Daîreya Çêkirina Rê û Koordînasyona Binesaziyê meha nîsanê dest bi bernameya xwe kir, armanca wê ew bû, heta meha mijdarê di vê çarçoveyê de 5 metre fireh 700 kîlometir vegirtina sathî, 400 kîlometir stabîlîze, 10 kîlometir kevirê parke yê asêbûyî, bi tevayî 1110 kîlometir çêkirin û çaksaziya rêwbaran çêke, heta niha ji sedî 80 vê bernameyê anî cih.

RÊ ASFALT KİRİN, HATİN ÇAKKİRİN, MENFEZ ÇÊKİRİN, KEVİRÊ PARKE DANÎN

Li gorî agahiyên Midûrtiya Şaxa Karûbarên Çolterê ya bi ser Serektiya Daîreya Çêkirina Rê û Koordînasyona Binesaziyê, heta niha li 13 navçeyên der û 4 navçeyên navendê 673 kîlometir rê hate asfaltkirin, 327 kîlometir rêya stabîlîze û 8 menfez hatin çêkirin, li qadeke 44 hezar kîlometir jî kevirê parke hate danîn. Ekîban di xebatên çaksaziyê de 40 hezar ton asfalt bi kar anî û lêçûna vê xebatê bi buhayê 65 milyon lîre girt û armanc e ku heta meha kewçêrê van xebatan sergihayî bikin.

XİZMET Jİ BO GUNDÊN Bİ SER NAVÇEYAN JÎ HATE BİRİN 

Ekîbên bi ser Midûrtiya Şaxa Karûbarên Gundewaran, li gundên bi ser navçeyên navendê yên Sûr, Peyas, Yenîşehir û Rezanê jî xebat meşandin. Li Rezanê 5,30 (1 qat), li Peyasê 9 (1 qat), li Sûrê 74,20 (1 qat), li Yenîşehirê jî 31,20 (1 qat) kîlometir rê hate asfaltkirin.

Lİ GUNDÊN 9 NAVÇEYAN 673 KM YOL HATE ASFALTKİRİN

Ekîb li navçe û gundên bi ser wan jî xebatên xwe didomînin, li Bismîlê 60,1 (1 qat), 31,5 (2 qat); li Çermûgê 27,4 (1 qat) û 33,3 (2 qat); Çunguşê 12 (2 qat), li Pîranê 16,8 (1 qat) û 0,70 (2 qat); li Gêlê 28,9 (1 qat) û 3 (2 qat); li Erxeniyê 61,5 (1 qat) û 25,7 (2 qat); li Henê 20 (1 qat) li Hezroyê 37,3 (1 qat); li Karazê 14,6 (1 qat) û 2,5 (2 qat); li Pasûrê 25,4 (1 qat) û 12,7 (2 qat); li Licê 63,8 (1 qat); li Farqînê 54 (1 qat) û 22,5 (2 qat) kîlometir rê hate qîrkirin.

327 KM RİYA STABÎLÎZE Û 8 MENFEZ HATİN ÇÊKİRİN

Her weha ekîban li Çermûgê 19,9; li Çinarê 161,8; Çunguşê 35; li Gêlê 5; li Erxeniyê 9; li Hezroyê 13,8; li Pasûrê 56,7; li Licê 5,4 û li Farqînê 20,7 kîlometir riya stabîlîze hate çêkirin, li Çermûgê 14,165;  li Pîranê 26,860; li Pasûrê jî 3,850 li qadeke metrekareyî kevirê parke hate danîn. Her weha di çarçoveya xebata rê de li Bismilê 1, li Pîranê 5, li Farqînê 2 menfez hatin çêkirin.

0

114 Total Views 1 Views Today

Facebook Hesabınızla Yorum Yapabilirsiniz

YORUMLAR

İsminiz

 

E-Posta Adresiniz

Yorumunuz

İlgili Terimler :
TemaFabrika
maltepe escort
izmir escort- izmir escort