Dolar : Alış : 3.5264 / Satış : 3.5328
Euro : Alış : 4.0649 / Satış : 4.0723
HAVA DURUMU
hava durumu

Diyarbakir41°CSıcak

- Hoşgeldiniz - Sitemizde 19 Kategoride 12936 İçerik Bulunuyor.

SON DAKİKA

Meclisa Şaredariyê deriyê xwe li xelkê vekir

14 Temmuz 2015 - 340 kez okunmuş
Ana Sayfa » Tüm Haberler»Meclisa Şaredariyê deriyê xwe li xelkê vekir

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Civîna Xwe ya Meha Tîrmehê ya Asayî bi ser Web TVya Şaredariyê bi zindî weşand, deriyê meclisê li tevahiya xelkê Amedê vekir.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê biryar da ku ji bo nîqaşên der barê rojeva bajêr de bigihîne gel civînên Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin bi zindî biweşîne û îro ji saet 14.00an pê de Civîna Meclisê li ser www.diyarbakir.bel.tr Web TVyê zindî weşand.

Heke çi pirsgirêkeke teknîkê çênebe civîna meha tebaxê ligel dîdarên budçeyê, û jê pê ve rûniştinên civîna meclisa Şaredariya me dê li ser vê malperê bi zindî werin weşandin. Rûniştina meclisêbi silavkirina Hevşaredar Gultan Kişanak û Firat Anl dest pê kir. Di Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin de ewilê Serokê Daîreya Avedanî û Bajarvaniyê Murat Alokmen der barê UNESCOyê de agahî dan meclisê û der barê pêvajoya Wergirtina Sûrên Amedê û Baxçeyên Hewselê bo Lîsteya Mîrateyên Cîhanê ya UNESCOyê de agahî dan. Piştre der barê mijarê de fîlmeke danasînê ya 10 deqeyî hate nîşandayîn û axaftina Hevşaredaran a li wê derê hate guhdarîkirin.

KİŞANAK Û ANLİ: EM Ê BO HEMÛ AVAHİYÊN DÎROKÎ YÊN BAJÊR Bİ HEV RE BİXEBİTİN

Hevşaredar Gultan Kişanak û Firat Anli, diyar kir ku wergirtina Amedê ya bo UNESCOyê biryareke dîrokî ye. Hate diyarkirin ku Amed bajarekî qedîm û dîrokî ye û got, ne tenê Sûr û Baxçeyên Hewselê ew ê ji bo hemû avahiyên dîrokî yên bajêr bixebitin û ji bo herkesê keda wan heye spasî kir. Weşana zindî piştî rûniştina bi rojeva UNESCOyê bi dawî hat.

Meclisa Şaredariyê deriyê xwe li xelkê vekir

192 Total Views 1 Views Today

Facebook Hesabınızla Yorum Yapabilirsiniz

YORUMLAR

İsminiz

 

E-Posta Adresiniz

Yorumunuz

İlgili Terimler :
TemaFabrika