Dolar : Alış : 3.9365 / Satış : 3.9436
Euro : Alış : 4.6677 / Satış : 4.6761
HAVA DURUMU
hava durumu

Diyarbakir10°CParçalı Bulutlu

- Hoşgeldiniz - Sitemizde 20 Kategoride 13758 İçerik Bulunuyor.

SON DAKİKA

Mûslim: Welatên alîkarî didin DAIŞ’ê bila li Lahey bêne darizandin

23 Temmuz 2015 - 327 kez okunmuş
Ana Sayfa » Tüm Haberler»Mûslim: Welatên alîkarî didin DAIŞ’ê bila li Lahey bêne darizandin

Hevserokê Kantona Kobanê Enwer Mûslim daxuyand ku ji bo ew welat, sazî û kesên alîkariya DAIŞ’ê dikin, li dadgeha navdewletî ya Lahey de bêne darizandin lîjneyek ava kirine. Hevserokê Kantona Kobanê Enwer Mûslim daxuyand ku ji bo ew welat, sazî û kesên alîkariya DAIŞ’ê dikin, li dadgeha navdewletî ya Lahey de bêne darizandin lîjneyek ava kirine. Heserokê Kantona Kobanê Enwer Muslim di hevpeyvînekê de ligel rojnameya Cumhuriyet a Tirkiyê de ragehand ku wan belge amade kirine û dê di nav mehekê de wan ji rayagiştî re aşkere bikin û got: ”Deynê stûkûra me ye ku ew kesên destê wan di komkujiya Kobanê de heye, aşkere bikin.”

Mûslim diyar kir ku DAIŞ’iyên li Til Ebyedê ji ser Akçakale re hatine herêmê û wiha got: ”Hemû kes dizane ku Tirkiyê bi awayek fermî daxuyand ku ew li dijî vîna gelê Kurdin li Rojava. DAIŞ’ê li her derê êrîşê tibên dîrokî, asewar, şûnwar û bermayên dîrokî kir, lê xwe tevlî tirba Şah Silêman nekir. Ji aliyê din ve dema Til Ebyed destê DAIŞ’ê de bû, hemû awayê bazirganiyê hebû. Tirkan ti tişt qedexe nekirin.”

Enwer Mûslim diyar kir ku birîndarên DAIŞ’ê hemû çûne Tirkiyê lê dewlet nasnameyên wan diveşêre û dibe ku ev kes sûbe rabin êrîşê gelê Tirkiyê jî bikin. Mûslim ji dewleta Tirk xwest ku helwesta li li dijî DAIŞ’ê zelal bike. Hevserokê Kantona Kobanê got: ”Di nava demek kurt de emê navê wan welat, sazî û kesên ku alîkariya DAIŞ’ê dikin ji tevahî cîhanê re aşkere bikin. Ji bo ev kes di dadgeha navnetewî ya sûçdarên şer Laheyê bêne darizandin bangawaziyekê bikin.” (BasNews)

müslim

201 Total Views 1 Views Today

Facebook Hesabınızla Yorum Yapabilirsiniz

YORUMLAR

İsminiz

 

E-Posta Adresiniz

Yorumunuz

İlgili Terimler :

BENZER HABERLER

KÖŞE YAZARLARI

Tüm Yazarlar
TemaFabrika