...
HAVA DURUMU
hava durumu

Diyarbakir

- Hoşgeldiniz - Sitemizde 19 Kategoride 12814 İçerik Bulunuyor.

SON DAKİKA

Şahidan behsa teqîna li Pîrsûsê kirin

20 Temmuz 2015 - 306 kez okunmuş
Ana Sayfa » Tüm Haberler»Şahidan behsa teqîna li Pîrsûsê kirin

Şahidê teqîna li Pîrsûsê Garip Çelik got: ”Di kêliya daxuyaniya çapemeniyê de teqînek mezin pêk hat. Gelek kes mirin û birîndar bûn. Em di bin terman de man.”

 

BasNews –Şahidê teqîna li Pîrsûsê Garip Çelik got: ”Di kêliya daxuyaniya çapemeniyê de teqînek mezin pêk hat. Gelek kes mirin û birîndar bûn. Em di bin terman de man.” Li Navenda Çandê ya Amarayê ya li Pîrsûsê teqînek mezin pêkhat û gelek kesan jiyana xwe jidest dan û birîndar bûn. Wezareta navxweyî ya Tirkiyê ragehand ku 27 kesan jiyana xwe jidest daye û nêzîkê 100 kes jî birîndar bûne. 300 ciwanên endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst ku doh ji Stembolê hatibûn navçeyê û dixwestin herin Kobanê, di dema daxuyaniya çapemeniyê didan teqînek mezin rûda. Şahidê rûdanê Garip ji televizyona CNN a Tirkiyê re axivî got ku di dema daxuyaniyê de teqînek mezin pêk hat. Gelek kes mirin û birîndar bûn. Em dibin terman de man.” Çelik got ku hevalên wî jî jiyana xwe jidest dane, ambulans gelek dereng hatine cihê brûdanê lê nezanîne ka êrîş xwekujiye an jî bi bombeyek çandî ye. Çelik diyar kir ku piştî teqînê polîsan jî teqe li hewa kiriye. Ji aliyê din ve wezareta navxweyî ya Tirkiyê ragehand ku 27 kesan jiyana xwe jidest daye û bi dehan kes jî birîndar bûne.

Şanlıurfa'da Patlama! 25'in Üzerinde Ölü ve 100'e Yakın Yaralı Var1

154 Total Views 1 Views Today

Facebook Hesabınızla Yorum Yapabilirsiniz

YORUMLAR

İsminiz

 

E-Posta Adresiniz

Yorumunuz

İlgili Terimler :
TemaFabrika