Dolar : Alış : 3.6985 / Satış : 3.7051
Euro : Alış : 4.3445 / Satış : 4.3524
HAVA DURUMU
hava durumu

Diyarbakir26°CAz Bulutlu

- Hoşgeldiniz - Sitemizde 19 Kategoride 13537 İçerik Bulunuyor.

SON DAKİKA

Santrala Enerjiya Tavê ya Gozeliyê diqede

10 Eylül 2015 - 444 kez okunmuş
Ana Sayfa » Tüm Haberler»Santrala Enerjiya Tavê ya Gozeliyê diqede

Santrala Enerjiya Tavê ya Gozeliyê ku Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎ a bi ser Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hîmê wê daniye, li ber qedandinê ye. Ev projeya GESê 2 hezar û 400 panelên tavê lêxistine û salane dê 985 MW enerjiyê bijene. Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎyê a bi ser Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, razemeniya teknolojiya dostê jîngehê berdewam dike. Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎyê, pêdiviya elektrîka dezgehên avê ji jêderkên enerjiya xwenûker dabîn dike û bo sirûşt û siberojê razemeniyê dike. Projeya GES ku li ser 11 donim erdî ye û 600 KW enerjiyê dijene jî yek ji van projeyan e.

2 HEZAR Û 400 PANELÊN TAVÊ PÊ XİSTİN

Projeya Santrala Enerjiya Tavê ya Gozeliyê ku hîmê wê berî çend mehan hate danîn, îro jî 2 hezar û 400 panelên fotovoltîk (panelên tîrojê) pêxistin û montaja învertor hate kirin. Li derdora cihê panelên fotovoltîk lêxistine pejanê ewlehiyê hate danîn. Pê re trafo hate girêdan, karûbarê kablokirinê hate kirin, hawira wê hate biseroberkirin û lempe pêxistin. Xebata avakirina jûra monîtor û raxistina kesereyê stabîlîzeya bo zemînê jî dewam dike.

2 MİLYON Û 74 HEZAR TL LÊ DİÇE

Santral rojên pêş tê vekirin û lêçûna wê 2 milyon û 74 hezar TL ye. Gava proje bi dawî hat dê rojane 2 hezar û 700 KW saat, salane 985 MW saat enerjiyê bijene. Feydeyê vê projeyê li DÎSKÎyê 355 hezar TL ye. Bi vê projeyê dê nîviya pêdiviya enerjiya elektrîka dezgeha avê ya Gozeliyê bête pêşwazîkirin.

GESA DEPOYA AVÊ Dİ QONAXA ÎHALEYÊ DE YE

Her weha DÎSKÎyê ji bo li ser depoya avê ya di nav avahiya xizmetê ya DÎSKÎyê de ye û 5 hezar û 700 kare ye Santrala Enerjiya Tavê bête danîn xebat dan destpêkirin. Bi vê projeyê dê rojane 400 KW enerjî bê jenîn û lêçûna wê 1 milyon û 245 hezar lîre ye. Ji sedî 51a vê ji aliyê Ajansa Geşedanê ya Qerejdaxê ve û ji sedî 49a wê jî ji berîka DÎSKÎyê tê mezaxtin.   Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê meha gulanê Santrala Enerjiya Tavê ya Sumerparkê vekir, li DÎŞTÎyê jî santralek daniye û xebatên xwe li ser didomîne.

gözeli

221 Total Views 1 Views Today

Facebook Hesabınızla Yorum Yapabilirsiniz

YORUMLAR

İsminiz

 

E-Posta Adresiniz

Yorumunuz

İlgili Terimler :
TemaFabrika