...
HAVA DURUMU
hava durumu

Diyarbakir

- Hoşgeldiniz - Sitemizde 19 Kategoride 12809 İçerik Bulunuyor.

SON DAKİKA

Serokatiya Parlamena Kurdistanê êrîşa li Pîrsûsê şermezar kir

22 Temmuz 2015 - 253 kez okunmuş
Ana Sayfa » Tüm Haberler»Serokatiya Parlamena Kurdistanê êrîşa li Pîrsûsê şermezar kir

Serokatiya Parlamena Kurdistanê bi daxuyaniyek nivîskî êrîşa terorîstî ya li Pîrsusê şermezar kir û diyar kir ku êrîşên bi vî rengî nabin sedema şikestina moral û wirey gelê me, berovajî Kurdên hemû beşên Kurdistanê zêdetir sor dike ku bigehin armanca xwe ya demokratîk.

 

BasNews- Serokatiya Parlamena Kurdistanê bi daxuyaniyek nivîskî êrîşa terorîstî ya li Pîrsusê şermezar kir û diyar kir ku êrîşên bi vî rengî nabin sedema şikestina moral û wirey gelê me, berovajî Kurdên hemû beşên Kurdistanê zêdetir sor dike ku bigehin armanca xwe ya demokratîk. Serokatiya Parlamena Kurdistanê daxuyaniyek derbarê êrîşa terorîstî ya li navçeya Riha Pîrsusê ku tê de 32 welatiyan jiyana xwe jidest da, weşand û ev êrîş şermezar kir. Serokatiya Parlemenê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku vê êrîşê navendek kulturî kiriye amanc ku 300 ciwanên li vê navendê bi armanca alîkariya Kobanê li wir amade bûn. Serokatiya Parlemenê got: ”Ev kiryarên terorîstî di demekê de ye ku DAIŞ li bereyên şer xwe li hember kur û keçên Kurdan ranagrin û rojane navçeyên Rojava ji wan tê paqijkirin. Em weke Serokatiya Parlamena Kurdistanê vê kiryara namerdî ya DAIŞ’ê bi tundî mehkum û şermezar dikin. Dilniyane ku karên bi vê şêweyî nabine sedema qelsbûna moralê bilind ê gelê me. Berovajî Kurdên hemû beşên Kurdistanê zêdetir sor dike ku bigehin armanca xwe ya demokratîk.” Serokatiya Parlemena Kurdistanê di daxuyaniya xwe de ji malbatên şehîdan re sersaxî xwest û birîndaran re jî daxwaza zû çakbûnê kir.

Serokatiya Parlamena Kurdistanê êrîşa li Pîrsûsê şermezar kir

124 Total Views 1 Views Today

Facebook Hesabınızla Yorum Yapabilirsiniz

YORUMLAR

İsminiz

 

E-Posta Adresiniz

Yorumunuz

İlgili Terimler :
TemaFabrika