Dolar : Alış : 3.7616 / Satış : 3.7684
Euro : Alış : 3.9863 / Satış : 3.9935
mediclub
HAVA DURUMU
hava durumu

Diyarbakir8°CAz Bulutlu

- Hoşgeldiniz - Sitemizde 19 Kategoride 11827 İçerik Bulunuyor.

Serokê Giştî yê PAKê li Dêrikê bû

04 Aralık 2015 - 420 kez okunmuş
Ana Sayfa » Kürtçe»Serokê Giştî yê PAKê li Dêrikê bû

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik û heyetek qelebalix ku ji rêveberên PAKê pêk hatî seredana Dêrikê kirin. Heyeta PAKê di serîde seredana şarderîya Dêrikê kir. Li vê derê  ji alîyê Hevsorekê Şarederîya Dêrikê Abdulkerim Erdem û rêveberên şarederîyê hatin pêşwazî kirin. Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik ragihand ku jibo ji gelê Dêrikê re hêvîyên derbasbûyînê bixwazin û jibo qedexekirina derketina kolanan ya 8 rojan di cihê wê de bibînin hatinê vê derê. Û hêvî kir ku ev xelasbûna qedexekirina derketina kolanan û rawestina şer ya li Dêrikê bibe destpêka xelasbûna şerê ku li hemû Kurdistanê de didom e.

Hevserokê Şarederîya Dêrikê Abdulkerim Erdem jî ji heyeta PAKê re jibo vê seredanê spasîyên xwe anî ziman. Ragihand ku piştî xelas bûna qedexirina derketina kolanan ya Dêrikê xebatên zexmkirina zîyanan didomin. Li gor agahîyên ku hate destxistin li 5 taxan hinek xanî hatine weran kirin , ji xelkê sivîl jî 2 kes birîndar bûne. Ji raya giştî heta niha agahîyek li ser kuştî û birîndaran negihiştîye destê wan lê belê bi vebirî 2 kes birîndarîn. Heyeta PAKê piştre ji şarederîya Dêrikê veqetan û tax û kolanên şer li qewimîn de gerîyan. Xanî û kargehên li tuşî êrîşan hatîn , hatin tespît kirin. Piştre Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik û heyeta bi wî re seredana dikandaran kirin û ji wan ra derbasbûyîn xwestin. Di vê seredana heyeta PAKê de hat tespît kirin Dêrik , ne qas Cizîrê , Farqîn û navçeyên din hatîye weran kirin , li kolanan da hêzên çekdar nehatin dîtin , hinek xanî û kargeh li tuşî êrîşên gulle û roketan hatine , berbest û enqaz hê nehatine rakirin. Li Dêrikê ji ber ku di nav van 8 rojan de ji xelkê sivîl kuştin, li xanî û kargehan gelek weranbûn neçêbûne , ev vek teselîyeke biçûk tê pejirandin. Heyeta PAKê piştî lêkolînên xwe yên li ser Dêrikê qedandîn ji vê derê veqatîyan. Wek ku tê zanîn roja 02.12.2015ê di çalakîya ku ji alîyê Platforma Dêrikîyan ya ku bi beşdarîya Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik û Dêrîkîyan hatî lidarxistin, Dêrikîyan xwestîbûn jibo ablûkaya li ser Dêrikê rakin û bêjin ji şer re na ! têkevin Dêrikê lê li vê derê tuşî êrîşên bombeyên gazê yên eskerê tirk hatibûn.

Jpeg

Jpeg

117 Total Views 3 Views Today

Facebook Hesabınızla Yorum Yapabilirsiniz

YORUMLAR

İsminiz

 

E-Posta Adresiniz

Yorumunuz

İlgili Terimler :
TemaFabrika
maltepe escort
izmir escort- izmir escort