Dolar : Alış : 3.7523 / Satış : 3.7590
Euro : Alış : 4.0300 / Satış : 4.0372
mediclub
HAVA DURUMU
hava durumu

Diyarbakir10°CParçalı Bulutlu

- Hoşgeldiniz - Sitemizde 19 Kategoride 11890 İçerik Bulunuyor.

Xebatên qîrkirinê li Rezanê dest pê kirin

14 Temmuz 2015 - 227 kez okunmuş
Ana Sayfa » Tüm Haberler»Xebatên qîrkirinê li Rezanê dest pê kirin

Şaredariya Bajarê Mezin li gorî xebatên binesaziyê yên DÎSKÎyê bernameya qîrkirinê çêdike, ji 30ê nîsanê vir ve ye 130 ton qîr dariştiye, li Peyasê ji bilî beşek cadeya Yilmaz Guney û arterên sereke yên Bulvara Diclekentê asfatlkirin tewaw kiriye, berê qîrkirinê kişand aliyê Rezanê. Şaredariya me li navçeyên derekî jî 1110 xebata kîlometre rê, asfaltkirin û kevirên parkeyê didomîne.

Serokatiya Daîreya Çêkirin û Çaksaziya Rê û Koordînasyona Binesaziyê a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê sezona asfalta 2015an bi 260 ton asfaltê ve, 190 kîlometir rayêxistina qîrê vekir, li navenda bajêr bi du ekîban asfaltê datîne, bi sê ekîban pîneqîrê dike, li navçeyan jî her navçeyê bi sê ekîban xebatên xwe didomîne, ji 30ê adarê vir ve ye li arterên sereke yên bajêr 130 ton asfalt rijand.

Ekîbên Serokatiya Daîreya Çêkirin û Çaksaziya Rê û Koordînasyona Binesaziyê ku xebatên li navenda bajêr qonax bi qonax bi rê ve dibin, li navçeya Peyasê xebatên qirkirina di çarçoveya bernameya sala 2015an de bi dawî kir. Ekîb, li Seyrantepe TOKÎyê didomîne, li Rezanê li Bulvara Medîneyê xebat dan destpêkirin, piştî Rezanê jî dê xebat li Yenîşehrê bêne meşandin.

Jİ BİLÎ DÎCLEKENT Û BEŞEK CADEYA YİLMAZ GUNEY Lİ PEYASÊ QÎRKİRİN QEDİYA

Ji bilî cadeya Dr. Yusuf Azizoğlu, Taxa Azîziye û cadeyên li Bağivarê hatine qîrkirin, li Peyasê karê qîrkirina cadeyên Tekel Caddesi, Fırat Bulvarı, Musa Anter Caddesi, Ahmet Arif Caddesi, Ayşe Zarakolu Caddesi, Selahattin Eyyübi Bulvarı ve Kayapınar Caddesiyê bi dawî hatine, ekîbên qîrkirinê yên Serokatiya Daîreya Çêkirin û Çaksaziya Rê û Koordînasyona Binesaziyê, ji ber xebata binesaziyê ya li beşek Cadeya Yilmaz Guney û Bulvara Dîclekentê navber da xebata vê derê û xebata xwe kişande aliyê navçeya Rezanê. Piştî karûbarên binesaziya van deveran qediya ekîbên Serokatiya Daîreya Çêkirin û Çaksaziya Rê û Koordînasyona Binesaziyê dê wan deran jî qîr bikin.

Lİ REZANÊ MEDÎNE BULVARİ TÊ QÎRKİRİN

Ekîb, li Seyrantepe TOKÎyê didomîne, ji bo welatî bikaribin bi rehetî danûstandina xwe ya cejnê bikin li Rezanê xebat Bulvara Medîneyê dan destpêkirin. Piştî cejnê bi dorê cadeyên Nükhet Coşkun, Emek, Öğretmenler, Cengizler û Cemiloğlu têne qîrkirin.

PÎNEQÎR Bİ SÊ EKÎBAN TÊ DOMANDİN

Ekîbên qîrkirinê bi sê ekîban ve li Şeyh Şamil Mahallesi, Elazığ Caddesi, Sıtki Göral Caddesi, Mimar Sinan Caddesiyê didomîne, ji ber rojiya Remezanê saet 04.00an dest bi kar dikin û piştî nîvro saet 14.00an dawiyê lê tînin. Her weha xebatên qîrkirin û çaksaziya rêwbaran li gund û navçeyên Amedê jî bêrawestan têne meşandin, li her navçeyekê sê ekîp kar dikin.

Xebatên qîrkirinê li Rezanê dest pê kirin

90 Total Views 1 Views Today

Facebook Hesabınızla Yorum Yapabilirsiniz

YORUMLAR

İsminiz

 

E-Posta Adresiniz

Yorumunuz

İlgili Terimler :
TemaFabrika
maltepe escort
izmir escort- izmir escort