Dolar : Alış : 3.6595 / Satış : 3.6661
Euro : Alış : 4.3219 / Satış : 4.3297
HAVA DURUMU
hava durumu

Diyarbakir27°CAz Bulutlu

- Hoşgeldiniz - Sitemizde 19 Kategoride 13521 İçerik Bulunuyor.

SON DAKİKA

YNK û Komela Îslamî gefa hilweşandina hikûmetê

02 Ağustos 2015 - 385 kez okunmuş
Ana Sayfa » Tüm Haberler»YNK û Komela Îslamî gefa hilweşandina hikûmetê

Fraksiyona YNKê di Parlamentoya Kurdistanê ragihand ku, eger bi yasayî pirsa kursiyê Serokatiya Herêma Kurdistanê neyê çareserkirin, ewê ligel Tevgera Goran, Yekgirtûya Îsamî û Komela Îslamî; Hikûmeta Kurdistanê hildiweşînin. Fraksiyona Komele jî xwedî heman nêrîn e.

Seroka Fraksiyona YNKê Bêgerd Talebanî ji Rûdawê re ragihand: “Eger PDKê bi awayê yasayî pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê yekalî neke, emê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hilbiweşînin û ligel Goran, Yekgirtû û Komel hikûmeteke nû bi piraniya dengan ava bikin.”

Bêgerd Talebanî hêvî xwest ku rewş negihê wê astê û aliyên siyasî bigihên encamekê û wiha got: “Em herçar alî piranî ne û dikarin hikûmetê hilbiweşînin hikûmeteke nû ava bikin.”

Ji aliyê xwe ve, Serokê Fraksiyona Komela Îslamî di Parlamentoya Kurdistanê de Merwan Gelalî, xwedî heman nêrînê ye û ji Rûdawê re ragihand: “Eger em li ser yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê negihên lihvkirinekê, emê herçar partî bibin piranî di parlamentoyê de û emê hikûmetê hilbiweşînin û hikûmeteke nû ava bikin.”

Merwan Gelalî wiha got: “Em hêvîdar in rewş negihê wê astê û aêiyên siyasî bigihên rêkeftinekê. Em her 4 partî gellek bijarde li pêşiya me hene, yek ji wan hilweşandina hikûmeta niha û avakirina hikûmeteke nû ye.”

Ji aliyê xwe ve, Parlamenterê PDKê di Parlamentoya Kurdistanê de, Ferset Sofî ji Rûdawê re ragihand: “Eger ew partî bi bê PDKê dikarin hikûmetê hilbiweşînin û hikûmeteke nû ava bikin, bila wê yekê bikin, lê bi piştrastî rewşa Kurdistanê ne ya ku bi bê partiyekî mezin mîna PDKê wî karî bikin.”

Dema serokatiya Mesûd Barzanî wek serokê Herêma Kurdistanê nêzîkî dawî dibe. YNK, Goran, Yekgirtû û Komela Îslamî dixwazin qanûna niha ya hilbijartina serok bi rêya milet biguherin bo sîstema hilbijartina serok bi rêya parlamentoyê û serokekî nû hilbijêrin, lê PDKê û aliyên tirkmanî û mesîhî û hin aliyên din wê yekê red dikin û dibêjin bila serok bi rêya xelkê ve were hilbijartin.

Niha odeyek taybet bi gotûbêjkirina wê pirsê di navbera aliyên siyasî de hatiye pêkanîn bo gihîştin bi lihevkirineke niştimanî li ser vê pirsê. (Rûdaw)

148561Image1

214 Total Views 1 Views Today

Facebook Hesabınızla Yorum Yapabilirsiniz

YORUMLAR

İsminiz

 

E-Posta Adresiniz

Yorumunuz

İlgili Terimler :
TemaFabrika