Dolar : Alış : 3.7772 / Satış : 3.7840
Euro : Alış : 4.0364 / Satış : 4.0436
mediclub
HAVA DURUMU
hava durumu

Diyarbakir11°CAz Bulutlu

- Hoşgeldiniz - Sitemizde 19 Kategoride 11851 İçerik Bulunuyor.

Ajokar dê bi nivîs û lewheyan bên hişyarkirin

13 Ocak 2016 - 255 kez okunmuş
Ana Sayfa » kurmanci»Ajokar dê bi nivîs û lewheyan bên hişyarkirin

Serektiya Daîreya Karên Veguhastinê ya Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta herka trafîkê bi awayekî herî baş û pêbawer bête cih lewheyên trafîkê yên bi led bi cih dike, bi du zimanan nivîsên hişyarkirinê bi cih dike, xêzên riyan çêdike, bordûran boyax dike û teyîsokan lêdike.

Ekîbên Serektiya Daîreya Veguhastinê ku li riyên sereke tim xêzên riyan çêdike, li gelek duryanan lewheyên trafîkê yên bi ledî yên bi enerjiya tavê dixebitin bi cih dike. Ekîb bırdûrên li ser bulvar û cadeyan boyax dike û reflektîf (teyisokan) li duryanan bi cih dike, bi awayekî berwarkî bi kurdî û tirkî nivîsên “hêdî” ser nivîsandî bi cih dike.  Seroaktiya Daîreya Veguhastinê hewl dide rojên pêş Projeya Pergala Duryanên Hişyarker derxe îhaleyê û bi bickirina vê projeyê re dê li 60 duryanan kemareyan bi cih bike da ku pê lezê, lempeyên sor û binpêkirina parkan kontrol bike. Çawa ku pergal bikeve dewrê, mebest ew e seyahat û sekna li duryanan kêm bibe, kapasîteya riyan bi awayekî bikêrtir bê bikaranîn, ewlehiya ajokar û peyayan bê zêdekirin.

ALTUG: EM LEWHEYÊN TRAFÎKÊ DİGUHERİN

Serokê Daîreya Veguhastinê Hikmet Altug der barê xebatê de agahî dan û ji bo bala ajokaran bikêşin ew ê nivîsên kul eza kîlometreyê diyar bike û “hêdî” biajon bi cih bikin. Altug bal kişand ku wan li seranserê riyan teyîsok bi cih kirine û xwe amade dikin ku hemû nîşaneyên trafîkê bikin bi ledî. Altug aşkere kir, bi vê mebest ew e ku kontrola ser trafîkê qewîtir bibe û got, li Bulvara Mahabadê dest bi xebatê kirine û xebat dê li Bulvara Firat, Bulvara Diclekent, cadeya Xarpêtê û Bulvara Qamişloyê bidomin.

PERGALA DURYANÊN HİŞYARKER TÊ BİKARANÎN

Altug bi bîr xist ku wan ji bo Pergala Duryanên Hişyarker xebat dane destpêkirin û ew ê rojên pêş projeyê derxin ber îhaleyê û got, bi qedandina pêvajoya îhaleyê re ew ê li 60 duryanan Pergala Duryanên Hişyarker bi cih bikin. Altug destnîşan kir ku ev duryan dê rehetiyê bînin trafîkê û ew ê Navenda Kontrola Trafîkê deynin, bi vê dê duryan tim di bin çavdêriyê de bin û bi vê re dema sekna li duryanan dê dakeve û ev ê jî qirêjiya dengedengê ji sedî 30 kêm bike.

levha uyarısı

106 Total Views 1 Views Today

Facebook Hesabınızla Yorum Yapabilirsiniz

YORUMLAR

İsminiz

 

E-Posta Adresiniz

Yorumunuz

İlgili Terimler :
TemaFabrika
maltepe escort
izmir escort- izmir escort