Dolar : Alış : 3.8591 / Satış : 3.8660
Euro : Alış : 4.5511 / Satış : 4.5593
HAVA DURUMU
hava durumu

Diyarbakir14°CSisli

- Hoşgeldiniz - Sitemizde 20 Kategoride 13806 İçerik Bulunuyor.

SON DAKİKA

Di 24 saetên dawîn de hezar ton xwê li riyan kirin

05 Ocak 2016 - 482 kez okunmuş
Ana Sayfa » kurmanci»Di 24 saetên dawîn de hezar ton xwê li riyan kirin

Li Amedê ji pêncşema borî ve ye befir dibare, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî beramberî berfbarînê zend û bend girêdane û bi şaredariyên navçeyan re dijî barînê xebatên vekirina rê û xwêkirina wan dimeşîne.

Serokatiya Daîreya Çêkirina Rê û Koordînasyona Binesaziyê a Şaredariya Bajarê Mezin, xebatên têkoşîna dijî berfê li sereriyên navend û 17 navçeyan bêrawestan didomîne. Şaredarî bi 10 ekîban hewl dide rê tim bihêle vekirî, bi 5 wesayitên xwêkirinê, 2 yên malînê û 3 greyderan bi şev û bi şev dixebite. Ekîb, li ser riyên gund û navçeyan bi ekîbên şaredariyên wê re bi awayekî bi koordîne xebatên xwe dimeşîne û ekîban, da zanîn, ji ber berfê riya hinek gundan dîsa hatiye girtin û xebata wan a vekirinê berdewam e. Ekîban, aşeker kir, ji bo welatî mexdûr nebin wan hemû derfetên xwe seferber kirine û 24 saet bêrawestan xebatên wan berdewam in.

BANGA ZİNCÎRAN GİRÊDİN Û HAJ Jİ QEŞAYA NEPEN HEBİN

Ekîbên şaredariyê bal kişand, her çendî riya Farqîn, riya Xarpêt, riya Mêrdîn û riya Rihayê nakeve ber wan jî ji bo welatî mexdûr nebin Şaredariyê karê xwêkirinê li van riyan jî aniye cih. Ekîbên Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê jî bi 200 kesî peyarêkan xwê dike û berfa wê dimale. Bang li ajokaran hate kirin, bêy zincîr dernekevin trafîkê û haletên alîkariyê yên wej taqoz û werîsan bi xwe re bigerînin û ekîban, welatî hişyar kirin, gava di serbihork û binbihorkan re derbas dibin bila hayê wan ji qeşagirtina nepen hebe.

KARATEKÎN: HEZAR TON XWÊ HATE LÊKİRİN

Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Zulkuf Karatekîn der barê xebatan de agahî dan û aşkere kir, Şaredariya Bajarê Mezin ligel şaredariyên navçeyan bi 700 xebatkar û 100 wesayitê xebatên xwe didomîne û dijî qeşagirtina nava 24 saetên dawîn jî hezra ton xwê hatiye lêkirin. Karatekîn got, “Em ji bo welatî neçar nebin û çi tengaviyan nekevinê xebatên xwe bidomînin û em ê nehêlin çi arîşe rûdin.”

Karatekîn bang li siwariyên ku lastîka wan a zivistanê nîne kir ku bêyî lastîka zivistanê xwe nedin riyan û weha got: “Wek sazî, em û şaredariyên navçeyan bi hev re kar dikin. Çi ji bo vekirina riyan be çi jî ji bo xwêkirina wan çi ji destê me tê em wê dikin.”

Dİ TENGAVİYÊ DE Lİ ALO 153’Ê BİGERİN

Karatekîn bang li welatiyan kir gava arîşe peyda bin li Alo 153’ê bigerin û got, li navenda bajêr di tu sererêkê de heta vê gavê pirsgirêk nebûye.

RİYÊN AYDÊ KARAYOLLARİYÊ BO PİŞTGİRİYÊ TÊN XWÊKİRİN

Karatekîn bal kişand ku riya Farqînê, riya Xarpêtê, riya Mêrdînê û riya Rihayê hin pirsgirêk lê peyda bûne, ligel ku ev dever nakevin ber Şaredariya Bajarê Mezin jî ekîbên wan, ji bo welatî tengav nebin ev rê xwê kirine.

16

281 Total Views 1 Views Today

Facebook Hesabınızla Yorum Yapabilirsiniz

YORUMLAR

İsminiz

 

E-Posta Adresiniz

Yorumunuz

İlgili Terimler :

BENZER HABERLER

KÖŞE YAZARLARI

Tüm Yazarlar
TemaFabrika