Dolar : Alış : 3.9525 / Satış : 3.9596
Euro : Alış : 4.6378 / Satış : 4.6461
HAVA DURUMU
hava durumu

Diyarbakir13°CSağanak Yağışlı

- Hoşgeldiniz - Sitemizde 20 Kategoride 13757 İçerik Bulunuyor.

SON DAKİKA

Hevşaredaran xebata berfê seh kir

02 Ocak 2016 - 536 kez okunmuş
Ana Sayfa » kurmanci»Hevşaredaran xebata berfê seh kir

Hevşaredarên me Gultan Kişanak û Firat Anli, ekîbên rê û hawirdorê ku du roj in ji bo berfê rabûne ser piyan seh kirin, ji bo xebatên malîna berfê û xwêkiriya sererêkan piştgiriya wan kir. Şaredariyê ragihand, di encama xebatên wan de riya hemû gundan hatiye malîn û hate diyarkirin ku bi şev sir û serma zêde dibe û bo vê hişyarî li welatî û ajokaran kir.

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, piştî barîna berfê a du rojan xebata Serektiya Daîreya Çêkirina Rê û Koordînasyona Binesaziyê û Serektiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê raçav kir. Hevşaredaran der barê xebatên li navenda bajêr û navçeyan de agahî wergirtin, li kuçeyên bajêr geriyan, xebat seh kirin û piştgiriya xebata malîn û xwêkirina riyan kir.

Şaredariya Bajarê Mezin daxuyand ku ekîbên rê li 17 navçe û navenda bajêr bi 265 xebatkar û 75 makîneyên kar beramberî berf û pûkê rabûne ser xwe, heman demê ekîbên jîngehê jî bi 200 xebatkaran karê malîna berfê ya li ser peyarêkan meşandiye.

XEBAT DİDOMİN, RİYA HEMÛ GUNDAN VEKİRİYE

Di daxuyaniyê de hate gotin, di encama xebatan de li gundan tu riyên girtî nemane, li Pasûr û Çinara berfê zêde bandor lê kiriye hê jî xebat berdewam in. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ekîbên têkoşîna bi berfê re bi şev û danê sibê riyan xwê dikin û bi taybetî jî kuçe û bulvar, riyên nexweşxane û dibistanan têne xwêkirin. Di daxuyaniyê de bal hate kişandin, ji bo qeza çênebin û mirov neşemitin peyarêk jî têne malîn û hate gotin ku ji bo vî karî jî 200 xebatkar bi ekîbên 20 kesî dixebitin.

SİR Û SERMA ZÊDETİR DİBE

Di daxuyaniyê de daneyên meteorolojiyê jî hatin parvekirin û hate aşkerekirin ku îşev û şeva tê serma dê heta -18 pileyî dakeve. Di daxuyaniyê de banga “hişyar bin” li welatî û ajokaran hate kirin û hate destnîşankirin ku berfbarîn roja duşame pêş dê dîsa dest pê bike û pê re jî dê serma hinekî bişkê.

10

333 Total Views 1 Views Today

Facebook Hesabınızla Yorum Yapabilirsiniz

YORUMLAR

İsminiz

 

E-Posta Adresiniz

Yorumunuz

İlgili Terimler :

BENZER HABERLER

KÖŞE YAZARLARI

Tüm Yazarlar
TemaFabrika