Dolar : Alış : 3.8176 / Satış : 3.8244
Euro : Alış : 4.0684 / Satış : 4.0758
mediclub
HAVA DURUMU
hava durumu

Diyarbakir10°CAz Bulutlu

- Hoşgeldiniz - Sitemizde 19 Kategoride 11878 İçerik Bulunuyor.

Meşvanên aştiyê bi hevşaredaran re

31 Aralık 2015 - 325 kez okunmuş
Ana Sayfa » kurmanci»Meşvanên aştiyê bi hevşaredaran re

Endamên Înisiyatîfa Aştiyê ku ji 55 kesan pêk tê, hunermend Îlkay Akkaya û Yasemîn Goksu jî di nav de ne û ji bo piştgiriya herêmê ji Bodrumê bi rê ketine hevdîtinek bi Hevşaredar Gultan Kişanak û Firat Anli re pêk anî.Tekirdağ Escort

Hevdîtin li Hêwana Meclisa Şaredariyê pêk hat, ser navê komê Feyza Taner diyar kir ku ew di encama bangên kesane de hatine cem hev û wan biryar daye ku ji bo piştgiriya bi xelkê herêmê reji Bodrumê bimeşin Amedê. Taner aşkere kir piştî Mugla, Enqere, Edene û Rihayê ew hatine Amedê û got, “Ji bo min jiyana rehet û aram a li Bodrumê giran hat. Li vê derê şerekî navxweyî heye, min xwest bo piştgiriya berxwedana vê derê bême vir. Em dixwazin dorpêça şerê navxweyî demeke herî nêz bête rakirin û dîsa muzakere bêne destpêkirin. Em wek qasidên aştiyê hatin, me jig elek hevalên hêja peyam anîn. Me divê bi we re di nav hevgirtinê de bin.”
Escort Tekirdağ

DELEN: WE GOT DENGÊ ME BİBİHÎZİN, EM DENG BİHÎST

Meşvan Meyil Delen jî bal kişand ku wan qêrîna xelkê bihîstiye û ji bo vê hatin vê derê. Delen, got, wek got, “dengê me bibihîzin, me jî dengê we bihîst. Belkî têra vemirina vî agirî dilop bi me re nîn in; lê qenebe me xwest aliyê me diyar bibe. Wek Ahmet Tellîdibêje, ‘kîjan çiya bi keserî be em li wê derê ne’ hêvîdar im em bibin tîrêjek, bibin dengek û tiştên li vê derê qewimîne bikaribin nîşanî mirovan bidin.”
escorttekirdagda.xyz

KİŞANAK REWŞA SÛRÊ VEGOT

Piştre hevşaredar Gultan Kişanak axivî, da zanîn, li navçeya Sûrê qedexeya ser derketina kolanan bi fiîlî dewam dike û got, li devera qedexe lê heye 80 hezar û li 6 taxên ku qedexe li ser heye jî 25 hezar kes dijîn. Kişanak bi bîr xist ku ev dorpêç navber navber 3 meh e tê meşandin, li 6 taxan 20 hezar kes hatin derbiderkirin, malên wan hatine hilweşandin û berhemên dîrokî hatin bêseroberkirin. Li taxên din 55 hezar kes dijîn, jiyana van a rojane bi tevayî felişiye, bi dadana dergehan ev mirov li nava kelehê hatine asêkirin. Kişanak bal kişand ku dibistan kar nakin, karûbarê tenduristî nayê kirin, şaredarî bi zehmetî kar û barên xwe dike, hefteyê du sê caran bi izneke taybet dikarin çopan bidin hev. Kişanak weha domand: “Qonaxa îro em gihîştinê gelekî krîtîk e. Amedî dibêjin êdî kêr gihîştiye hestî û hestî dibire. Ev êrişek bêeman e, şerekî bêperwa ye, maf û azadî di bin lingan de pêşil kirine. Hatina we piçek hêvî bi me re çand. Ger li çar aliyên Tirkiyeyê kesên dengê xwe bo aştiyê bilind bikin hebin, ev ê hêviya me geştir bike.”   Hevserokê DBPa Amedê Alî Şîmşek jî destnîşan kir, ew tiştên li vê derê diqewimin ger li rojavayê Tirkiyeyê neyê bihîstin ev ji bo paşerojeke hevbeş dibe girift.

ANLİ: RONAHÎ DÛRÎ ME NÎN E

Piştre jî Hevşaredar Firat Anli axivî, bal kişand ku li vî welatî hin têgeh ji bo hin aliyan serbest, lê ji bo hin aliyên din qedexe ye û weha got, “Ger bibêjî xwerêveberin dibî xayin, ger bibêjî kanton dibî cudaxwaz; lê Serokwezîrê vî welatî jî duh digot di welatên uniter de jî pergala serokatiyê dibe, deng ji tu kesekî nehat bo vê gotinê.” Anli diyar kir ku heye îro rojên reş û tarî bin lê em vê jî dizanin ku ronahî dûrî me nîn e. Anli kêfxweşiya xwe bi seredana meşvanên aştiyê anî ziman.

Barış yürüyüşçüleri Büyükşehir'e ziyaret (1)

Endamên Înisiyatîfa Aştiyê ku ji Bodrumê bo aştiyê bir ê ketine, serdana piştgiriyê bi Hevşaredarên Bajarê Mezin Gultan Kişanak û Firat Anli re pêk anî. Endamên şandeyê xwest ku dorpêç bête rakirin û muzakere dîsan bêne destpêkirin.

174 Total Views 1 Views Today

Facebook Hesabınızla Yorum Yapabilirsiniz

YORUMLAR

İsminiz

 

E-Posta Adresiniz

Yorumunuz

İlgili Terimler :
TemaFabrika
maltepe escort
izmir escort- izmir escort