Dolar : Alış : 3.7523 / Satış : 3.7590
Euro : Alış : 4.0300 / Satış : 4.0372
mediclub
HAVA DURUMU
hava durumu

Diyarbakir9°CYağışlı

- Hoşgeldiniz - Sitemizde 19 Kategoride 11890 İçerik Bulunuyor.

Serokê Giştî yê DSPê bi hevşaredaran re

07 Ocak 2016 - 282 kez okunmuş
Ana Sayfa » kurmanci»Serokê Giştî yê DSPê bi hevşaredaran re

Serokê Giştî yê DSPê Onder Aksakal û endamên meclisa partiyê, serdaneke nezaketê li Hevşaredar Gultan Kişanak û Firat Anli kir. Serokê Giştî yê DSPê Onder Aksalak ku ligel endamên MPya xwe ji bo beşdarî civîna MPyê bibe hate Amedê, serdana Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli kir. Aksakal, di serdanê de axivî, diya kir, 13ê berfanbarê di encama kongreyê de wek serokê partiyê hatiye hilbijartin û pê ve wan biryar daye ku civîna pêşîn a MPya xwe li Amedê li dar bixin û ji ber vê yekê ew hatine bajêr. Aksakal da zanîn, rûdanên li herêmê tu kesî kêfxweş nakin û got, siyaset ji bingeha wê hatiye bidûrxistin û awayê civakî têkil hev bûye, êdî ne xuya ye kî çepgir e kî rastgir.

KİŞANAK: DİVÊ PARTİYÊN SİYASÎ AZAD BİN

Hevşaredar Gultan Kişanak, kêfxweşiya xwe bi seredanê anî ziman û got, yek ji riknê sereke yê jiyana demokratîk partiyên siyasî ne. Kişanak bi bîr xist ku gava partiyên siyasî pêşniyarên xwe yên bo pirsgirêkên welêt karîn bi awayekî azad derbirîn u ew gihandin gel wê demê riknê jiyana demokratîk tê cih û weha got, “Mixabin van rojên em tê de ne, di vî warî de gelek kêmasî hene. Vê heyamê pêdiviya me bi hindê ye ku partiyên siyasî bi xebatên xwe xwedî li bi wateya rastîn demokrasî bi sazî, rêgez û normên hiqûqa gerdûnî re derkeve. Em dixwazin hûn jî di vî warî de hewldanan bikin.”

ANLİ: EV DÎMEN NE HÊJAYÎ VÎ WELATÎ NE

Hevşaredar Firat Anli jî, diyar kir, di demeke weha de hatina Amedê bi serê xwe karekî dilêriyê ye, li dereke welêt, li deverên ku bi hezaran kes lê dijîn hê jî qedexe ye derketine kuçe û kolanan. Anli destnîşan kir, divê beramberî vê yekê di asta herî bilind de hevkarî bête kirin û weha got, “Di demeke weha de ev hevkariya we gelekî giring e. Xwezî partiyên din ên siyasî jî, kesên xema vî welatî dixwin û gel hindê ne ku her kes bin av û nasnava xwe bijî, îro ew jî bi we re bûna, wê demê niha em ê ne baştira vê rewşê biaxiviyana, em ê bi hindê biaxiviyana ka em ê çawa bikaribin bi hev re li welatekî demokratîktir de bijîn. Ev dîmen qet bi vî welatî nakevin.”

Anli amaje pê da ku binpêkirina mafan zêde bûye, wek rêveberiyên xwecihî ew jî bara xwe ji vê yekê digirin û got, beşek çapemeniyê dijî wan îdiayên nerast dibêje û din av helwesteke nebaş de ne, mebesta wan tiştekî din e.

DSP Büyükşehir ziyaret (1)

113 Total Views 1 Views Today

Facebook Hesabınızla Yorum Yapabilirsiniz

YORUMLAR

İsminiz

 

E-Posta Adresiniz

Yorumunuz

İlgili Terimler :
TemaFabrika
maltepe escort
izmir escort- izmir escort