Dolar : Alış : 3.5109 / Satış : 3.5172
Euro : Alış : 4.1242 / Satış : 4.1316
HAVA DURUMU
hava durumu

Diyarbakir36°CSıcak

- Hoşgeldiniz - Sitemizde 19 Kategoride 13078 İçerik Bulunuyor.

SON DAKİKA

Xebat li Navenda Çand û Kongreyê didomin

11 Ocak 2016 - 448 kez okunmuş
Ana Sayfa » kurmanci»Xebat li Navenda Çand û Kongreyê didomin

Navenda Çand û Kongreyê ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Karên Fenî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li ser qadeke 17 donim tê çêkirin, ligel qata zemîn pênc tebeqe ye. Navenda ku li ser 5 hezar û 543 metrekareyê hate avakirin û tê de salona fuaye û kongreyê a hezar û 700 kesî, salona şanoyê a 310 kesî, salona sînemayê a 388 kesî, atolyeya çêkirina amûran, dans û peykertraşiyê, avahiyên kargêriyê, fêrgeh, pirtûkxane, stûdyoya muzîkê, odeya vehênanê û kulînên aydê vana hene. Navenda Çand û Kongreyê ku heman demê mimkûn e gelek aktîvîte lê bêne lidarxistin, tê çaverêkirin, meha gulanê biqede û bikeve ber xizmetê.

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Abdullah Sevinç der barê xebatan de agahî dan û diyar kir ku îhaleya Navenda Çand û Kongreyê ku tenê yek ji razemeniya şaredariyê ye meha nîsana 2013an hatiye kirin û dawiya sala 2013an jî dest bi avakirina wê hatiye kirin. Sevînç da zanîn ku navend 50 milyon lîre digire û çêkirina meha gulanê diqede û got, di Navenda Çand û Kongreyê de ligel salonên fuaye yên sînema, kongre û şanoyê otoparka girtî û vekirî ya 300 erebeyî jî heye. Sevinç weha got, “Navenda Çand û Kongreyê dê gelek mifayê bo sosyo-ekonomiya bajêr hebe. Bi vê navendê re dê li bajêr gelek kongre bêne lidarxistin. Ev yek jî dê feydeyê wê bo pêşketina bajêr hebe.”

SEVİNÇ: DEZGEH AMADE DİBE

Sevinç destnîşan kir ku xebatên avakirinê yên Navenda Çand û Kongreyê ji sedî 70ê, di warê neqdî de ji sedî 65ê kar bi dawî hatiye û weha axivî: “Vê gavê em di Navenda Çand û Kongreyê de bara bêhtir bi karê akustîk, xemlûkarê hundirîn û pergala dengî mijûl dibin. Em neçar in li ser hûrgiliyan xebatên xwe bimeşînin. Êdî ji lêkirinê bêhtir li ser xemlûkarê wê em xebatê didomînin. Ji bo vî karî sparîş piranî hatin xwestin. Gava montaja vî karî jî qediya êdî dezgeha me dê amade be û ji bo xizmetê dê hazir be.”

AVASAZİYA HUNDİR Bİ TEŞÊ DÎROKA BAJÊR E

Sevinç da zanîn ku Navenda Çand û Kongreyê bi taybetî di warê avasaziya hundirîn de xwedî cihêwazî ye û got, “Di vî warî de xebat bi pisporên vî karî re tê meşandin. Xebat ji bo wê têne kirin ku ji ber ev cihê Navenda Çand û Kongreyê ye motîf û dîroka Amedê dê derkeve pêş.Vê gavê xebat heta astekê hatine. Lê hê der barê hêmayên mîmariya hundir de biryar nehatiye dayîn.”

Kültür merkezi inşaatı sürüyor (1)

238 Total Views 1 Views Today

Facebook Hesabınızla Yorum Yapabilirsiniz

YORUMLAR

İsminiz

 

E-Posta Adresiniz

Yorumunuz

İlgili Terimler :
TemaFabrika