Dolar : Alış : 3.8176 / Satış : 3.8244
Euro : Alış : 4.0684 / Satış : 4.0758
mediclub
HAVA DURUMU
hava durumu

Diyarbakir10°CAz Bulutlu

- Hoşgeldiniz - Sitemizde 19 Kategoride 11878 İçerik Bulunuyor.

Bi Şaredariya Rennesê re protokola piştgiriyê

05 Aralık 2015 - 330 kez okunmuş
Ana Sayfa » Kürtçe»Bi Şaredariya Rennesê re protokola piştgiriyê

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, ji bo hin hevdîtinan li Fransayê ye, ji ber vê yekê jî ji bo hevkariya navbera Şaredariya Bajarê Mezin û Şaredariya Rennesê qewî bibe û salên dûvdirêj bidome, serdana Şaredara Rennesê Nathalie Appéré kir. Kişanak ji aliyê Appéré û rayedarên Şaredariyê ve hate pêşwazîkirin û ji bo kesên di êrişa DAÎŞê ya li Parîsê de giyanê xwe ji dest daye daxwaza sersaxiyê li Appéré kir. Kişanak êrîşên Pirsûs û Enqereyê bi bîr xistin û got, êşa gelê Fransiz herî nêz gelê kurd têdigihîje. Kişanak got ku di çarçoveya hevkariya navneteweyî de aştiya Rojhilata Navîn û cîhanê mimkûn e.

APPÉRÉ: EM HEWLDANÊN WE Bİ HEYRANÎ TEMAŞE DİKİN

Appéré bi bîr xist, Şaredariya Rennesê, piştî êrişa Şengalê kurdên êzdî ku xwe spartin Amed û bajarên derdobera wê, piştgiriya madî li wan dike û got, meclisa şaredariya wan, bi biryara 23ê mijadar 2015an tekez kiriye ku ew ê sala pêş jî heman piştgiriya xwe bidomînin. Appéré da zanîn ku ew hewldanên alîkariya penaberên Êzdî, Kurd û Ereb a Şaredariya Bajarê Mezin teqdîr dikin. Appéré aşkere kir ku li Fransayê hin komên siyasî yên dijî penaberan hene û got ku piştî êrişên bi ser Şengal û Kobanî bi hawara hev rabûna kurdan ji aliyê wan ve bi heyranî tê dîtin û got, wan bi heyranî kurd temaşe kirin û bi ya me divê dinya kurdan di vî warî de ji xwe re nimûne bigire.

PROTOKOL HATE ÎMZEKİRİN

Protokola ku piştgiriya dê Şaredariya Rennesê ji bo Kampa Êzdiyan a li Fîdanlixê terxan bike, diselmîne û dê berdewam be, ji aliyê Kişanak û Appéré ve hate îmzekirin. Piştre lijneyên teknîkî li ser mijarê rûniştin û bi berfirehî danûstandin kirin. Piştre Kişanak û Appéré li pêşangeha ji fotoyên ji bo Taxa Ben û Senê bi piştgiriya Şaredariya Rennesê Peyasê hatiye pêkanîn pêk tê, geriyan.

Rennes Belediyesi ile destek protokolü imzalandı1

111 Total Views 2 Views Today

Facebook Hesabınızla Yorum Yapabilirsiniz

YORUMLAR

İsminiz

 

E-Posta Adresiniz

Yorumunuz

İlgili Terimler :
TemaFabrika
maltepe escort
izmir escort- izmir escort