Dolar : Alış : 3.8176 / Satış : 3.8244
Euro : Alış : 4.0684 / Satış : 4.0758
mediclub
HAVA DURUMU
hava durumu

Diyarbakir10°CAz Bulutlu

- Hoşgeldiniz - Sitemizde 19 Kategoride 11876 İçerik Bulunuyor.

Kişanak beşdarî Dîdara Serkêşiya Jinan bû

07 Aralık 2015 - 271 kez okunmuş
Ana Sayfa » Kürtçe»Kişanak beşdarî Dîdara Serkêşiya Jinan bû

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê û Alîkara Hevserokê Bajarên Hevgirtî û Hikûmetên Xwecihî yên Rojhilata Navîn û Rojavayê Afrîkayê (UCLG-MEWA) Gultan Kişanak, beşdarî Civîna Jinan a Bajarên Hevgirtî û Hikûmetên Herêmî (UCGL) bû. Di civînê de hate destnîşankirin ku şer herî pir bandorê li jin û zarokan dike û hate aşkerekirin ku civîna Komîteya Wekheviya Zayendî meha sibatê li Amedê tête kirin.

Civîna Bajarên Hevgirtî û Hikûmetên Herêmî (UCLG) du li Parîsê dest pê kir. Civîn bi malovaniya Rêxistina Jinan a UCLGê û Şaredara Parîsê Anne Hidalgo li Qesra Bajêr a Parîsê pêk hat û tê çaverêkirin ku îro bi dawî were, hema bêje ji her devera cîhanê şaredarên jin tê de beşdar in.

Kombûn bi axaftina Şaredar Hidalgo ya li ser geşedaneke berdewam giringîya jinan a di rêveberiyên xwecihî de dest pê kir, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanakê jî axaftinek kir. Kişanak, êrişên li Amed, Pirsûs û Enqereyê bi bîr xistin û got, şer berî her kesê jin û zarokan mexdûr dike. Kişanak bal kişand ku divê şaredar ji bo hemû jinên ji ber şer dibin penaber siyasetekê hilberîne û got, “Bi taybetî ji bo neyên suistmarkirin dive gavên berbiçav bavêjin.” Kişanak amaje pê kir ku geşedana berdewam ancax di çarçoveya wekheviya zayendî ya civakî de pêk were û weha got, “DAÎŞ jinan li bazarê difiroşe. Hinek ji van jinan hatibin rizgarkirin jî hê jî qismek wan di destê DAÎŞê de ne. Em vê pêkanîna li jinên Êzdî wek li hemû jinên cîhanê bûne dibînin û lewre jî divê hemû jinên cîhanê bêhtir destekê bidine wan.”

KOMÎTEYA WEKHEVİYA ZAYENDÎ A UCLG MEWA Lİ AMEDÊ KOM DİBE

Di kombûnê de hate ragihandin ku meha sibatê civîna Komîteya Wekheviya Zayendî a UCLG MEWAyê li Amedê tê kirin û ji bo beşdarî zêde bibe UCGL rasterast hate agahdarkirin.

kışanak1

109 Total Views 1 Views Today

Facebook Hesabınızla Yorum Yapabilirsiniz

YORUMLAR

İsminiz

 

E-Posta Adresiniz

Yorumunuz

İlgili Terimler :
TemaFabrika
maltepe escort
izmir escort- izmir escort