...
HAVA DURUMU
hava durumu

Diyarbakir

- Hoşgeldiniz - Sitemizde 19 Kategoride 12809 İçerik Bulunuyor.

SON DAKİKA

Xebatên bingeha Dezgeha Vehewandina Kertûlan didomin

28 Aralık 2015 - 279 kez okunmuş
Ana Sayfa » Kürtçe»Xebatên bingeha Dezgeha Vehewandina Kertûlan didomin

Şaredariya me, ji bo Dezgeha Vehewandina Kertûlan ku dê pirsgirêka kertûlan a Şaredariya Mezin a 10 şaredariyan a 30 salan çareser bike, xebatên hîmê wê anîn ber qedandinê.

Serektiya Daîreya Kontrol û Parastina Jîngehê ya Şaredariya Bajarê Mezin, li gel Şaredariya Mezin û şaredariyên Peyas, Rezan, Yenîşehir, Sûr, Bismîl, Çinar, Henê, Pîran, Gêl û Erxaniyê ji bo çareserkirina pirsgirêka kertûlê a 30 salan xebatên lêkirina Dezgeha Vehewandina Kertûlê didomîne.

Xebat li gundê Sewindik a Çinarê tê meşandin, di vê çarçoveyê de xebatên rê hatin qedandin, xebatên sererastkirina zemînê berdewam in. Piştî bidawîhatina van xebatan dê hîmê dezgehê bête avêtin, tê de 5 bazgehên neqilkirinê, 4 meydanên depokirin û rehabîlîtekirina kertûlên malan, dezgeha komkirina gazê, dezgeha parzinandina ava verêjê, dezgeha sterîlîzasyona kertûlên tibî û dezgeha jevqetandina kertûkên ambalajê hene, tê payîn ev dezgeh sala 2017an biqede û l^çûna vê dezgehê jî 34 milyon ewro ye.

Serokê Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê Denîz Kiraç der barê dezgeha vehewandina kertûlan de agahiyên berfireh dan û got, ji bo vê xebatê dê bi buhayê 14 milyon TL amûr û ekîpman were standin.

a549e13d40e787f171ad57b349382ed8_XL

153 Total Views 1 Views Today

Facebook Hesabınızla Yorum Yapabilirsiniz

YORUMLAR

İsminiz

 

E-Posta Adresiniz

Yorumunuz

İlgili Terimler :
TemaFabrika