Dolar : Alış : 3.9170 / Satış : 3.9241
Euro : Alış : 4.6375 / Satış : 4.6459
HAVA DURUMU
hava durumu

Diyarbakir9°CParçalı Bulutlu

- Hoşgeldiniz - Sitemizde 20 Kategoride 13758 İçerik Bulunuyor.

SON DAKİKA

UKOME lîmîta lezê revîze dike

24 Aralık 2015 - 497 kez okunmuş
Ana Sayfa » Kürtçe»UKOME lîmîta lezê revîze dike

Navenda Koordînasyona Veguhastinê (UKOME) a bi ser Serektiya Daîreya Karên Veguhastinê ya Şaredariya Bajarê Mezin, lîmîta lezê riya Xarpêt, Riha û bulvarên Mahabad û Qamişlo revîze kirin. Lîmîta lezê ya li ser riya Xarpêt, Riha û Farqînê ji 70 km/s’yê serxiste 82 km/s’yê, ser bulvarên Mahabad û Qamişloyê lîmîta lezê nehate guhertin. Biryar e ku biryar ji 1ê kanûna 2016an bête pêkanîn.

Navenda Koordînasyona Veguhastinê (UKOME) a bi ser Serektiya Daîreya Karên Veguhastinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi biryarekê lîmîta lezê riya Xarpêt, Riha û bulvarên Mahabad û Qamişlo revîze kir. Biryar di civîna bin serokatiya Alîkarê Sekreterê Giştî Abdullah Sevînç de 9ê berfanbarê li Şaredariya Mezin hate girtin, biryara UKOMEyê bo komîsyona rajêr hate hewalekirin û ji bo revîzekirina lîmîtê li tevahiya bajêr bêt nirxandin pêşniyar hate nîqaşkirin.

Di civînê de ji bo lîmîta lezê ya ser riya Xarpêt, riya Riha, Bulvara Mahabad, Bulvara Qamişlo û riya Farqînê biryar hate girtin. Li gorî biryarê lîmîta lez ajotinê ji nû ve hate destnîşankirin û ji bo erebeyên wek otobûs û minûbûsan lîmîta 70 km/s serxiste 83 km/s’yê û ji bo erebeyên bargir ên wek tir û kamyonan biryar e ku lîmîta lezê 50 km/s’yê de bimîne.

Biryar di civîna UKOMEyê de yekûniya dengan hate standin û ji 1ê kanûna 2016an ve dê dest bi bicihanîna wê biryarê bête kirin.

3f0f0c81626ae9a97bfa825d0ad9bab4_XL

279 Total Views 1 Views Today

Facebook Hesabınızla Yorum Yapabilirsiniz

YORUMLAR

İsminiz

 

E-Posta Adresiniz

Yorumunuz

İlgili Terimler :

BENZER HABERLER

KÖŞE YAZARLARI

Tüm Yazarlar
TemaFabrika